Ronahî Heleb: Pêngava me ya 15’ê Gulanê dest pê kirî, bi berxwedanê didome. Me beşeke mezin a cebilxane û hucreyên veşartî yên DAIŞ´ê dîtin. Wê dewama vê bê û hêzên me ji bo gelê me wê her tim amade bin.

AXÎN TOLHILDAN / RÛBAR OMAR / ANF / DÊRA ZOR

Ji fermandarên YPJ’ê Ronahî Heleb, li ser  hucreyên veşartî yên DAIŞ‘ê peyivî û diyar kir ku li ku dibin bila bibin, em ê van çeteyan bibînin û operasyonên xwe bidomînin. Piştî ku Dêra Zor hate rizgarkirin, hêzên YPG, YPJ û QSD’ê li dijî hucreyên veşartî yên DAIŞ‘ê dest bi operasyonên hevpar kir.

QSD’ê di nava du rojan de hem gelek çete girtin hem jî cebilxaneyên wan û tunelên wan dîtin.

Yek ji fermandarên YPJ’ê Ronahî Heleb ku demeke dirêj li Helebê di şer de ma û niha li Dêra Zorê di pêngava paqijkirina herêmê ji DAIŞ’ê de cih digire, li ser vê mijarê peyivî.

Kincên sivîl li xwe kirine

Ronahî Heleb bal kişand ser girîngiya pêngava Dêra Zorê û got; “YPG, YPJ û QSD’ê li Baxozê berxwedaneke mezin kir. Pêngav hîna neqediyaye, zêhniyeta çeteyan hîna veşartî ye. xwe mîna sivîlan nîşan didin, mesela; rî û porê xwe qusandine, kincên sivîl li xwe kirine û bi vî rengî plan dikin ku zêhniyeta xwe ya qirêj ji nû ve belav bikin. Dixwazin ku li dijî YPG, YPJ û QSD’ê xwe ji nû ve bi rêxistin bikin. Bêguman ev yek wê pêk neyê, hêza wan li Baxozê têk çû. Hêzên me bi ser ketin û gihîştin armancên xwe. Li Baxozê bi cih bûn, ketin çeperan û gel jî moraleke mezin ji vê yekê wergirt. Ji ber ku ji zilma DAIŞ’ê rizgar bûn, gelekî kêfxweş bûn.

Bêhn hatiye ber gelê Baxozê

Fermandara YPJ’ê Ronahî Heleb, li ser kiryar û zextên çeteyan yên li ser gelên herêmê jî got; “Dibe ku yek ji sê parên gelê herêmê bi çeteyan re dixebitî, lê belê bi zilm û zordariyê, gel neçar hiştibûn ku bi wan re bixebite. Dema ku QSD, YPG û YPJ gihîştin Baxozê, bêhn hate ber gel. Hucreyên veşartî yên DAIŞ’ê hîna jî hene. Piştî pêngava Baxozê me serketineke mezin bi dest xist, lê belê çi li nava gel xwe veşartibin, çi jî li derve, li ku dibin bila bibin, em ê çeteyan bibînin û operasyonên me wê bidomin.”

Em ji bo gelê xwe amade ne

Fermandar Ronahî Heleb, di dawiyê de jî got, “Êdî gel deriyê xwe li me vedike. Hucreyên veşartî gefê li gel dixwin. Pêngava ku me 15’ê Gulanê dest pê kir, bi berxwedanê didome. Me beşeke mezin a cebilxaneyan û hucreyên veşartî dît. Wê dewama vê bê û hêzên me ji bo gelê me wê her tim amade bin. Mesela, hevalan qada DAIŞ‘ê ji me re, ji hevalên jin re hişt. Me jî dest bi operasyonê kir. Operasyon bi rastî jî serketî bû. YPG, YPJ û QSD ji qada DAIŞ’ê heta Şeddadê, ji sînor heta Baxozê bi pêş ve çûn.”