MEHMET ALÎ ERTAŞ / MA /HEWLER
HUDA-PAR’ê di 1’ê Gulanê de li Bajarê Hewlerê, bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HUDA PAR’ê Îshak Saglam, Cîgirê Serokê Giştî Zekeriya Yapicioglu û gelek rêveberên wê nûnertiya xwe vekir. Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya Hewlerê Muzeyyen Guneş, têkildarî avakirina nûnertiya HUDA-PAR’ê û nakokiyên PDK’ê yên li dijî partiyên kurdan axivî. Guneş, bal kişand ser dîroka avakirina HUDA-PAR’ê û got: “Bingeha wê li ser hîzbûllahê hatiye avakirin. Hîzbûllahê gelek ciwanên kurd kuştin û hêj kujerê wan bi awayekî fermî nehatiye diyarkirin. Dewletê bi her awayî parastina hîzbûllahê kir û bi rêya MÎT’ê da ava kirin û li dijî ciwanên kurd da şerkirin.
Guneş, diyar kir ku beriya hilbijartinê gelek partiyên Kurd di bin sîwana HDP’ê de kom bûn, lê HUDA-PAR ev yek qebûl nekir û wiha axivî: “Beriya hilbijartinê 6 partiyên kurd li ser berjewendiyên Kurdan, ji bo aştî, demokrasî û azadiya kurdan bûn yek. Ev gava hat avêtin mirov pê kêfxweş dibe. Lê wê demê HUDA-PAR bi tu rengî nêzî vê yekê nebû. Me nikarîbû bi tu awayî bi wan re hevdîtin bikira. Ji ber ku dijberiya kurdan dike. Li ser navê kurd û îslamiyetê dijberiya herî xerab dimeşînin.
Çima bi taybetî Başûr?
Muzeyyen Guneş, fikarên xwe yên der barê bi sazîbûna Huda-Parê li Başûrê Kurdistanê diyar kir û got: “Çima bi taybet li Başûr nûnertî ava kirin? Ne partiyeke mezin e û endamê wê jî li vir tune ne? Endamên wan pir kêm in. Yên diçin serdana wan jî, rengê wan ne ew kesên bi siyasetê re mijûl dibin. Wekî endamên perwerdekirî yên MÎT’ê û milîtanên wan in. Jixwe niha hatine li nokteya barageha MÎT’ê nûnerti ava kirine.“
Ferqa wan û AKP’ê tine
Guneş di dewama axaftina de balkişand ser hebûna dewleta Tirk a li başûrê Kurdistanê û got:”Tirkiye çend baragehên eskerî li Başur ava kirine. Tu ferqa van û baragehan ji hev tune. Tenê ferqa wan ew e, siyasî ne. Em pir aşkere dibêjin ev kes ji her alî ve dijberiya kurdan dikin. Dixwazin hêzeke çekdar di nava sivîlan de ava bikin, bi vê nûnertiyê amadekariya vê yekê dikin. Ferqa wan û AKP’ê ji hev tune ye. Lê HUDA-PAR hem nasnameya Kurd û hem jî nasnameya olî bikar tîne û li gorî AKP’ê bêhtir hêsan dikare xwe bi rêxistin bike. Dixwazin li ser navê kurdan tevbigerin. Ji ber ku her dem xwestine Kurdan bi destê Kurdan bixin.”
8 sal in em li vir in
Muzeyyen Guneş, helwesta Hikûmeta Kurdistanê jî rexne kir û got:”HDP partiya sêyemîn a Tirkiye ye û partiya hevsengiya demokrasiyê ye. Lê li gel vê yekê dîsa fermiyetê nadin me. Ji bo dewleta Tirk bela xwe di PDK’ê de nede li vir fermiyetê nadin me. Ji bo HUDA-PAR’e jî li gorî xwesteka Tirkiye tev digerin. 8 salin em li vir in, heta niha tu gavên me yên neyînî der barê partiyên li vir de çênebûne. Em dixwazin bi hev re di nava aştî û demokrasiyê de xebatê bikin.