Yûsuf Îba yê 102 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de: Encama vê çalakiyê ji bo me çi dibe bila bibe, divê teqez dawî li tecrîdkirina Serok Apo bîne û rê li ber azadiya wî veke.
Yûsûf Îba li bajarê Toronto yê Kanadayê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ye. Tevî ku xwînê vedirêşe, îro 102 roj in bi biryardarî çalakiya xwe didomîne.
Îba bang li raya giştî dike û dibêje, “Hûn bi pêş ve biçin; ji ber ku em ê bi paş ve neçin.”
Îba ku ji ber xela mîdeyê, spazma dil û pirsgirêkên bêhnstandinê 9 caran rakirin nexweşxaneyê, lê dermankirin qebûl nekir, berî 2 rojan ji ser hişê xwe çû û xwîn verişiya.
Îba nikare tiştekî vexwe û ji ber ku masûlkên wî dihelin, nikare bimeşe. Îba bi alîkariya gopal û hevalên li ber wî, radibe ser piyan.
Tevî hewldan û daxwazên hevalên wî jî Îba naxwaze bang li ambûlansê were kirin. Îba balê dikişîne ser bêdengiyê û bang li gelê Kurd, raya giştî, hêzên demokratîk û saziyên civakî yên sivîl dike.
´Divê Serok Apo azad be´
Îba dide xuyakirin ku wî û hevalên wî dema dest bi çalakiyê kir, wan soz da xwe û gelê xwe û wiha dipeyive, “Encama vê çalakiyê ji bo me çi dibe bila bibe, divê teqez dawî li tecrîdkirina Serok Apo bîne û rê li ber azadiya wî veke. Di demên herî giran de her ku em li Serok Apo fikirîn û me xwe ji bîrdoziya wî xwedî kir, berxwedêrî û hêviya me mezin bû.”
Bersiva li dijî hovan berxwedan e
Îba wekî din li ser êrişên hêzên dewleta Tirk ên li Gebze û Qoserê li dijî dayikên Kurd ên çalakgeran diaxive û dibêje, “Li dijî van barbaran a ku divê were kirin, berxwedan e. Gelo dem nehatiye ku em bersivê bidin dijminê bi ser me de tê; û em bi hêza ji Serok Apo werdigirin, dijmin bieciqînin? Heger em îro bêdeng bin, wê demê wateya gotina ‘Bê Serok jiyan nabe’ namîne. Dem hatiye ku em xwedî li wê gotinê û girtiyên li girtîgehan derkevin. Wê demê em xwedî li Serok Apo ku emrê wî yê biyolojîk gihîştiye 60-70 û xwedî li berxwedana dayikan derkevin ku xwedî li gotina, “Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser kevin’ derdikevin.”
Berdêla wê çi dibe bila bibe
Îba bi bîr dixe ku berî sê rojan gelek caran ew verîşiyaye, xwîn ji qirika wî hatiye, ji ber ku mehdê wî dixele nikare avê vexwe, ji ber ku masûlkên wî dihelin nikare bimeşe û dibêje, “Bila gelê me bi vê zanibe; xwîn jî birije, doktor bibêjin, ‘piştî 10 deqeyan tu yê bimirî’ jî, berdêla xwe çi dibe bila bibe, heta ku çalakiya me bi ser keve, em ê dest ji çalakiya xwe bernedin. Heta ku dawî li tecrîdê bê, hûn jî bikevin nava liv û tevgerê. Heger hûn naxwazin ciwan jiyana xwe ji dest bidin, tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Em ê paş ve gavê neavêjin, hûn jî bi pêş ve biçin.”
TORONTO