Tişta sîstemê li ser piyan digire ku zilm, êşkence, zext û komkûjî li ser civakê daimî pêk bîne, pirr in; ne hişyarbûn, ne rêxistinbûna civakê ji wan sedemên sereke ne, lê stûna sereke ya li ser piyan xwegirtinê hişyarnebûn û rêxistinnekirîbûna jinê ye. Pergala desthilatdarî bi parçekirina civakê û bi kûrkirina têgehên desthilatdariya mêrsalar û bêçarekirina jinê û serî lê tewandin ew qasî di dîrokê de felaket, şer, şideta bê sînor û komkûjî pêk anîne û pêk tîne. Rêber Ocalan nexweşiyên ku çavkaniyên xwe ji dewlet, desthilatdarî û mêrsalarî bi giştî jî ji şaristaniya sermayedariyê digire, tespît kir. 

Mirovên bi vê rastiyê nizanin, yan wê înkar bikin yan jî pirsgirêkê tenê bi pirsgirêkeke neteweyî ve girê bidin, kêm dimînin û teng li vê rastiyê dinihêrin. Mêr û sîstema ku nêzî 5 hezar sal in bi razîbûna dilê xwe dev ji vî kursiya desthilatdariyê bernade, lewma birêxistinbûna jinê weke şertê li her warî  û her derê û her kêliyê û li her alîyî, şertê bivênevê ye. 

Her ku jin serî hildidin û bi rêxistin dibin, sîstema desthiladariya mêrsalar û dewlet û şarstanî li hemberî birêz Ocalan hartir dibin û bi tecrîdkirina giran dixwazin serî bi gelan û jinan bidin tewandin; lê şensê sistemê yê li ser piyan xwegirtinê, nemaye. Dibe ku guzarişt li cîhê xwe de be, jinan her roj mîna kurmê darê ji hundir ve hildiweşînin û bi xwe birêxistinkirinê, di lêgerîna heqîqetê de jinên êşkişandî û gelên bindest tînin cem hev. Jin di operasyona Reqayê de pêşeng in û ew ne tenê çekên di destê xwe de li zihniyeta DAIŞ´ê ku asta herî jor a desthilatdariya sîstemê ye, didin, lê di şexsê wan de jin kevirên avakirina sîstemeke demokratîk datînin û wê Sûriyeke cûda ji hemû serdemên dîrokê pêşkeşî gelan bikin. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi “Na”yên di refrandoma Nîsanê de li hemberî zihniyeta AKP-MHP´ê wê derbekê li vê zihniyeta DAIŞwarî bixin. Jinên li Şengalê di nav refên YJŞ´ê de, bi partîbûnê, bi komînbûn û di hemû waran de xwe birêxstinkirinê, wê bibin mînaka xwebirêvebirênê ji bo tevahiya Başûrê Kurdistanê û wê bibin havênê yekîtiya neteweyî ya demokratîk ya Kurdan û gelên din. Jin li Rojhilatê Kurdistanê di warên leşkerî, siyasî, rêxistinî û girseyî de wê xwe bigihînin civakê, ne tenê Kurd lê hemû civakên ku li Îranê bûne qûrbanê zihniyetên melayên kujer û xwînmij. Jin wê vê keleha zilmê, vê guantanamoya Rojhilata Navîn hilweşînin, bi azadbûna civakê wê azadiya Rêber Ocalan jî misoger bikin, çi qasî mirov coşa jinan di van meydanên cuda yên Kûrdistan û herêmê de dibîne, ew qasî jî hêviya wî ji bo azadiya Rêber Ocalan geş dibe. 

Ji xwe van tabloyên jinên Kurd li herçar beşên Kûrdistanê û deverê welat jinên rojhilata Navîn ji dûr ve wan gelek bandor kir, lê dixwazin deriyekî bibin û bigihîjin hev, ne tenê ji bo semînerekê, yan panêlek yan jî konfransekê, lê li meydan û sîstemeke hevpar. Gotina jina Faris wê ji bîra mîn neçe, dema di semînera li ser jineolojiyê de li bajarê Frankfurtê bi jinên din yên Faris û Efxanistanê re ji me re got, “hûn li ku derê ne, çima niha nû tên? Eger me ev zanist û ev felsefe berê binasîba, em niha di rewşeke din û li cihekî din bûn”. Van jinan mîna nû ji dayîk bûbin û nû tiştek keşf kiribin, coş ji çav û rûyên wan dibarî, ez jî hinekî matmayî mam û hinekî jî hestên kêmasiyê bi min re peyde bûn. Ev erka ku her roj ji me karekî bêhtir dixwaze, dihêlê ku em zûtir nêzî azadiya Rêber Ocalan bibin. Jixwe, bîlasedem negotine, “azadiya Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e”. Ji ber ku sîstem di ser kolekirina civak û jinê re temenê xwe dirêj dike. 

Jinên jineolojî û felsefeya jiyana nû nas dikin, mîna bayê bezê dixwazin ji sîstemê dûr bikevin, çi qasî ne hêsan be jî ewqasî jî gavên yekem yên nasînê coş û kelacanê bi wan re peyde dike. Lewma gotina, “ hûn çima niha nû tên?” rexneyek e ji bo me hemûyan, yên ku bi vê felsfeyê bawer in, xwe birêxistin dikin. 

Tişta girîng di vê qonaxê de û di 18 saliya esareta fizîkî ya Rêber Ocalan de were kirin. bilindkirina “Na” ye li hemberî koalîsyona faşîst a AKP-MHP´ê, birêxistinkirina her “Na”yê di bereyeke demokratîk de wê derbekê li vê bereya faşîzmê bixe her “Na”yek wê kevirekî ji keleha zilmê ya Îmralî kêm bike û wê hilweşînê û mîna jina Faris gotî, divê bêyî ku em dereng bimînin, zend û bendan badin.