Dayikên Rojava: Kêr gihîştiye qirika dayikên bakur, dilê wan ji bo zarokên wan dişewite.Ew zarok ne tenê kezeba wan in, ew kezeba me dayikên Rojavayî ne jî.
Çalakiyên piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê û rojiya mirinê belav dibin. Li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, bi pêşengiya Kongreya Star û Saziya Malbatên Şehîdan li Parka 19’ê Tîrmehê çalakiya greve birçîbûne hat destpêkirin. Çalakî bi beşdariya 154 çalakgeran di roja çaran de dewam dike.
Ji çalakgeran endama Rêveberiya Dibistanan a bajarê Qamişloyê Gulşa Murad peyivî û got, li dijî tecrîdkirina Ocalan wê her tim li ser piyan bin.
Tecrîd ne exlaqî ye
Endamê Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Idrîs Xelîl jî got, “Bi greva birçîbûnê em dixwazin dengê xwe bigihînin dewletên navneteweyî û nîşan bidin ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne pîvaneke exlaqî ye.”
Em tev yek in
Komek ji Dayikên Qamişloyê ji bo piştgiriyê bidin dayikên li bakurê Kurdistanê ku li dijî tecrîdê li ber xwe didin li Qamişloyê ketine greva birçîbûnê, got, ‘Hûn ne bi tenê ne’.
Dayika Hanîfa Hesen a ku kurekî wê, birayekî wê û biraziyekî wê şehîd in, peyivî û got; “Em ji bo piştgiriyê di greva birçîbûnê de ne. Em ji hevrêya xwe Leyla re dibêjin, ‘Tu bi tenê nînî û em ê li ser şopa te bin’. Em Kurd; em ê rûnenên, nesekinin û newestin. Heta ku tecrîdkirina Rêberê me, tecrîdkirina keç û xortên me yên li hepsan bi dawî bibe, em ê li çar parçeyan ranewestin. Li kîjan parçeyê Kurdistanê dibe bila bibe, em yek in.”
Hemû zarokên me ne jî
Endama HPC-Jin û Kongreya Star Galya Suleyman jî ku di greva birçîbûnê de ye û got, “Kêr gihîştiye qirika dayikan, dilê wan ji bo zarokên wan dişewite. Ew zarok ne tenê kezeba wan in, ew kezeba me dayikên Rojavayî ne jî. Çawa ku me soz daye Rêberê xwe, em ê her tim çalakiyan bikin. Çi bar bikeve ser milê me dayikan, em ê bi cih bînin û heta ku Rêberê xwe azad bikin, em ê çalakiyên xwe bidomînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN