Dewleta Tirk xwe li çalakiyên dayikan nikare ragire û di dema çalakiya dayikan a ji bo nobetgirtina li ber hepsa Bakirkoyê, dayik bi derbehişkan û kaşkirinê destgîr kirin. Polîsan ji bo ku zilma xwe û nemiroviya xwe veşêrin, êrişî rojnamevanan jî kir.
Ji xisleta dewleta Tirk e ku zilmê bike û bi zilma li dayikên Kurd dike jî vê yekê eşkere dike. Li ber hepsa Bakirkoyê dayikên Kurd kaş kirin û kîneke di rûyên wan re dida der, destgîr kirin. Tevî dayikan, nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Îrfan Tûncçelîk jî hat destgîrkirin. Dayikên Aştiyê yên ku li Wanê ketin greva birçîbûnê ya sê rojan jî peyama, heta dayik bi erdê re bên kaş karin rehetî wê ji me re nebe da.
Grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêeberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Hevseroka KCD´ê Leyla Guven beriya bib 185 rojan dest pê kir. Ji 1´ê Adarê ve bi hezaran hepsiyên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de jî di grevê de ne. Ji Nîsanê ve 15 hepsî di rojiya mirinê de bûn û doh jî 15 hepsiyên din li wan zêde bûn.
Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de, ji bo ku dengên zarokên xwe bidin bihîstin her roj çalakiyan dikin. Doh jî Gebze, Stenbol, Amed û li gelek deveran çalakî hebû. Yek ji van jî li ber Hepsa Bakirkoyê bû. Malbatên girtiyên di grevê de doh dîsan xwest bimeşin ber bi Hepsa Bakirkoyê ve. Lê polîsan dewleta Tirk êriş bire ser çalakiya dayikan. Gelek dayik û nûçegihanê MA´yê Îrfan Tûncçelîk jî hatin destgîrkirin.
Di kîna xwe de bifetisin
Malbatên hepsiyên di greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan de, doh jî xwestin li ber Hepsa Bakirkoyê nobetê bigirin. Ji bo vê yekê ew li kêleka rêya E-5´ê kom bûn. Wan ji vir xwest ber bi hepsê ve bimeşin, lê polîsên Tirk pêşî li malbatan girt û nehişt heta bi cihê nobetê bimeşin. Polîsên Tirk li vir rûyê xwe yê “kîndar” nîşan da û bi îdîaya ku çalakî qedexe ye, gelek dayik û kesên bi wan re destgîr kirin.
Di dema destgîrkirina dayikan de polîsên jin ên dewleta Tirk bi hêrseke ku xwe di rûyê wan de dida der tahde û zilm li dayikên Kurd dikir. Mirov ji bilî gotina di kîna xwe de bifetisin, nizane vê yekê çawa şirove bike.
Êrişî çapemeniyê jî kirin
Di dema destgîrkirina dayikan de kedkarên çapemeniyê hewl dan ku vê zilmê û kîna li dijî dayikên Kurd a di rûyê polîsên Tirk de bi wêne û dîmenan belge bikin. Lê belê polîsan êrişî wan jî kir. Wan hewl da nûçegihanê MA´yê Îrfan Tûncçelîk asteng bikin da ku wêneyan negire, di dawiyê de wan ew jî destgîr kir.
Navê çend kesên hatin binçavkirin wihane: Hûrî Turgut, Sacîde Turgut, Emîne Kaya, Vetha Bîngol, Naciye Karabaş, Asûman Çeşme, Yeter Seyhan, Gulsum Dag, Emîne Sarûhan, û Guler û Beyaz ên ku paşnavê wan nehat zanîn.
Dayikan bi erdê re kaş bikin rehetî ji me re nîne!
Dayikên ku li wanê ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê ji bo 3 rojan ketin greva birçîbûnê, got: “Wexta zarokên me birçî bin, dayik bi erdê ve bên kaşkirin ma em ê çawa bi rehetî serê xwe deynin ser balîfê!“
Li Wanê, dayikên ku li avahiya HDP’ê ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan ji bo sê rojan ketin greva birçîbûnê, bang li her kesî kir ku bibin dengê girtiyan. Fadîle Polat, diyar kir ku ji bo piştgiriyê bide malbatên girtiyan, ew jî ketiye greva birçîbûnê û got, “Girtiyên di greva birçîbûnê de hemû zarokên min in. Hindik maye Leyla Guven têkeve roja 200’î. Meha Remezanê ye. Em hem rojiya xwe digirin hem jî ji bo 3 rojan ketine greva birçîbûnê. Em bi rojî ne, xwarin nayê bîra me. Ji ber girtî xwarinê naxwin av jî di qirika me re naçe. Wexta zarokên me birçî bin, dayik bi erdê ve bên kaşkirin, ma em ê çawa bi rehetî serê xwe deynin ser balîfê!” Polat, destnîşan kir ku roj roja yekîtiyê ye û got, “Bila her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe.”
Bibin dengê hepsiyan
Gulçîn Karabûlût jî bang li rayedaran kir ku rojekê beriya rojekê tecrîd bi dawî bibe û destnîşan kir ku li dijî bêhiqûqiyê ew ji bo sê rojan ketine greva birçîbûnê û got, “Em êrişa li dijî dayikên ku ji bo zarokên xwe têdikoşin qebûl nakin. Em naxwazin li malê di televîzyonan de çav li halê dayikan bikevin. Em neheqiyê qebûl nakin. Bila tecrîd bi dawî bibe.”
Xemê Aydin ku kurê wê Rojhat Aydin ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Tokatê di greva birçîbûnê de ye, destnîşan kir ku tenê daxwazeke wan heye ew jî bidawîbûna tecrîdê ye û got, “Di vê meha Remezanê de bila her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û bibe dengê girtiyên di greva birçîbûnê de.”
STENBOL / WAN