Ciwanê 28 salî Abdullah Ozgultekîn beşa Cam û Seramîkê ya Zanîngeha Dumlupinarê ya Kutahyayê xwendiye, li Rihayê heriya bi derfetên xwe çê dike di torneya xwe de dineqişîne û li ser wan motîfan xêz dike. Ev 10 sal e Ozgultekîn motîfên dîrokî yên bajêr li ser seramîkan dide jiyan kirin, di Navenda Hunera Destan a Kevneşopiyê ya Rihayê de wekî hînker dixebite. Ozgultekîn li vir seramîkên ku wêneyên destpêka dîroka mirovahiyê yên Xirabreşkê û zanîngeha yekemîn a cîhanê ya Heranê, Quleya Çavdêriyê, mînareya Mizgefta Uluyê û malên Kumbeta Heranê, dîsa gelek amûrên Afîkaya Başûr xêz dike.
Dixwaze atolyeya xwe veke
Ozgultekîn da zanîn ew dixwaze atolyeya xwe ava bike, û ev tişt got: “Xebatên ku min berê kirine hene. Lê piştî min atolyeya xwe vekir ez dixwazim hêj van bi pêş bixim. Berhemekî min ê bi navê ‘Jinên Qijik’ heye. Ev aydê min e. Ji bo vekirina atolyeyê mesref dixwaze, lê ez ê di demek kurt de bikevim nav hewldanan. Hêj berhemên azad û taybet dixwazim biafirînim û pêşengehekî vekim.”
DÎHA/RIHA