
Li tevahiya cîhanê û li gelek welatan, wêne, şahî û xebatên ji bo aramkirina pirsgirêkên astengdaran pêk tên. Hin caran ev ji hêla hin saziyan ve, hin caran jî ji hêla kesên astengdar ve ev xebat tên meşandin û armanca sereke ew e ku bala civakê bikişînin ser astengiyên ku ev welatî pê re rû bi rû dimînin. Di vê çarçoveyê de li Galeriya Emnesore ya Silêmaniyê pêşangeheke wêne û destkariyan hat vekirin.
Pêşangeh ji aliyê Rêxistina Komeleya Rojî Silêmanî û Rêxistina Ruhî Topî Pê ji bo pêşkêşkirina wêne û tabloyan pêk hat. Wêneyên di pêşangehê de hatin pêşandan, ji aliyê her du wênesazên astengdar ên bi navê Efrah Îbrahîm û Lihwan Ferîc ve hatine xêzkirin. Efrah Îbrahîm der barê armanca pêşangehê de axivî û diyar kir ku di vê pêşangehê de çend tabloyên wî cih girtine û ev tişt got: “Di pêşangehê de tabloyek min a li ser pirsgirêkên astengdar û xwezayê cih digirin. Ji derveyî wê hin xebatên cuda jî hatine pêşandan.”
Girîngî bidin xebatên hûnerê
Îbrahîm got ku armanca tevlibûna wî ya vê pêşangehê jî nîşandana hêza kiryarî ya astengdaran e û wiha pê de çû: “Heke mirov hêz nede xwe û dest bi karekî neke, mirov nikare tiştekî derxe holê. Ji ho wê ez li vir ji wan re dibêjim ku giringî bidin huner û xebatên xwe.”
Ciwanê bi navê Lihwan Ferîc ê ji bajarê Helebçeyê jî bi bi dehan tabloyên xwe tev li pêşangehê bûye û wî jî der barê xebatên xwe de ev tişt got: “Di pêşangehê de 36 tabloyên min cih digirin. Ev tablo li ser pirsgirêk û zehmetiyên rojane ne ku em ‘astengdar’ pê re rû bi rû dimînin. Tabloyên min zêdetir balê dikişînin ser kesên di teqînan de birîndar bûne û astengdaran.”
Ferîc destnîşan kir ku ew ê dahata pêşangehê ji bo kesên astengdar veqetînin.
Endama Komeleya Roj Dilêr Şêx Selam jî têkildarî van xebatan axivî û aşkera kir ku ew wek Komeleya Roj ji bo kesên astengdar di ji sala 1992’yan ve dixebitin û ev tişt anî ziman: “Di van şert û mercên krîzê de me îro ev pêşangeh ji bo du astengdaran vekir. Armanca vê xebatê jî ew e û em hewl didin bi hev re balê bikişînin ser pirsgirêkên astengdaran.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ