MEDÎNE MAMEDOGLU / JINNEWS / MÊRDÎN


Derhênera fîlma ‘Îşe Yarar Bîr Şey (Tiştekî bi kêr hatî)’ ya xelatkirî, Pelîn Esmer da zanîn ku ji ber bûyerên li welêt, çêkirin û girtina dîmenên fîlman zehmet e lê ji bo êş sivik bibin divê huner bê kirin.

Vekirina Mîhrîcana Fîlman a SîneMardîn ya 11’emîn bi fîlma Pelîn Esmer ya ‘Îşe Yara Bîr Şey (Tiştekî bi kêr hatî)’ dest pê kir.  Fîlma ku di Mîhrîcana Fîlman a Edenê de xelatên Senaryoya Herî Baş, Lîstikvana Jin ya Herî Baş û Dehêneriya Dîtbarî ya Herî baş wergirtî, rastî elaqeya mezin a temaşevanan hat. Derhêner Pelîn Esmerê der barê fîlmê de axivî û diyar kir ku di dema girtina dîmenên fîlmê de zehmetiyên mezin kişandine lê qet serî netewandiye. Pelîn Esmerê da xuyakirin ku her fîlmek li gorî wê zehmetiya wê heye lê çi dibe bila bibe fîlma ku neyê çêkirin, tine.


 Çêkirina filmê di nava êşan de

Pelîn Esmerê îşaret bi wê yekê kir ku ji bo çêkirina fîlmê peydakirina fînansmanê zehmet e û wiha peyivî: “Hem li Tirkiyeyê hem li derveyê welêt, peydekirina lêçûnên produksiyonê demeke dirêj li xwe dibe. Em neçar man fîlmê di dema herî tarî ya Tirkiyeyê de bikişînin. Gelek êş hatin kişandin. Ji Pirsûsê dest pê kir û heta teqîna Enqereyê, ji 15’ê Tîrmehê heta niha gelek rojên tarî di ser me re bihurîn. Me di vê pêvajoyê de dîmenên fîlmê girtin. Li aliyekî jî me baweriya xwe zindî hişt û em xebitîn. Belkî jî fîlmê hinekî be jî êş zivik kirin.”

 

‘Bi huner watedartir e’

Pelîn ê destnîşan kir ku di roja îro de jin tiştên dixwazin bibêjin dikarin bi huner bi cîhanê bidin bihîstin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Tirs jî dikare bi huner bê çareserkirin.  Bi huner vegotina tiştan watedartir e. Jin dikarin bi telefonekê çîroka xwe vebêjin. Ez bang li jinan dikim ku bi cesaret bin.”