Şanoya Bajêr a Amedê û Şa Performansa a li Stembolê bernameyên xwe yên hunerî yên meha Adarê eşkere kirin.  Şanoya Bajêr a Amedê wê vê Adarê yek jî ya zarokan 4 lîstikên cihê nîşan bide.

Di bernameya Şa Performansa li taxa Taksîma Stembolê de pêşandana şano, belgefilm, stand-up û li darxistina gotûbêja li ser ziman, blog û blogerî hene. Bernameyên wan weke li jêr in:

Bernameya Şanoya Bajêr a Amedê

1, 2, 8, 9 Adar, Tartuffe / saet 19.00´an

15, 16, 22, 23 Adar, Xwezgînî / saet 19.00´an

17 Adar, Sê Ezezok (lîstika zarokan) / saet 12.00´an

29, 30 Adar, Qirix / saet 19.00´an

Bernameya Şa Performansê

3, 20 Adar, Ji Akademiyê Re Raporek (şano)

5, 17, 22, 26 Adar, Mîrzayê Biçûk (şano)

13 Adar, Roja kurtefilmên Ferhat Ozmen

14 Adar, Hebû Tunebû (belgefilm) - Kazim Oz

16 Adar, Duyem Guldesteyan Kurtefîlmên Kurdî

19 Adar, Kavil (belgefilm) - Ozcan Alper

23 Adar, Şeva Xîzê û Dîroka Mirina Avê (belgefilm) - Alî Ergul

27, 28, 29 Adar, Seyrana Li Çeper (şano)

 

AMED/STENBOL