Li navçeyên Şirnexê Cizîr û Hezexê, şaredariyên HDP’ê bernameyên Çand û Hunerê li dar xistin û bernameyên çand û hunerê bi şahiyan bi dawî bûn.
Şaredariya Hezexê, bernameya Rojên Şano, Sînema û Konserê li dar xistibû di roja sêyem û dawî de bi konsera li baxceyê avahiya şaredariyê ev çalakiyên hunerî bi dawî bûn. Hevşaredarên Hezexê Songul Erden û Murat Şen, rêveberên HDP û DBP’ê û gelek kes tevlî konserê bûn. Jinên ku tevlî şahiyê bûn bi cilên xwe yên gelerî bal birin ser xwe.
Şahiyê, bi staranên Koma Hezexê û bi gerandina govendê dest pê kir. Piştî Koma Hezex, Rewşen Çelîker derket li ser dikê û stranên xwe gotin. Piştre hevşaredara Hezexê Songul Erdengot, “Em van qeyûman qebûl nakin. Ev qeyûm li dijî ziman û çanda me hatiye tayînkirin.”
Piştre jî hevşaredar Murat Şen, axivî û got, “Beriya bi 4 salan qeyûm tayînî şaredariyên me hatin kirin. Lê belê em îro dîsa li vir in û me bersiva hewce jî da.”
Piştre Koma Pek û hûnermend Umut Botan derketin ser dikê. Şahî bi gerandina govendê, tililî û çepikan bi dawî bû.
Şaredariya Cizîrê ya HDP’ê jî Rojên Çand û Hunerê dabûn destpêkirin; ev rojên hanê jî bi şahiya li Birca Belek dawî bû. Hevşaredarên Cizîrê Berîvan Kutlu û Mehmet Zirig, rêvebirên HDP-DBP’ê û bi sedan kes tevlî şahiyê bûn. Li vir jî hûnermend Baran Bozyel, Bajar û Rojhat Cizîrî derketin ser dîkê û stranên xwe gotin. Şahî bi gerandina govendê û çepikan bi dawî bû.
JINNEWS/ŞIRNEX