BOTAN GERMIYANÎ / HEWRÊ KIRÊKAR / ROJNEWS / GERMIYAN

 

Hunermendên herêma Germiyanê ji ber nebûna mekanê bipêşxistina hunerê xwe nerazî ne ji helwsta hikûmeta Herêma Kurdistanê. Ew dibêjin, gelek hunermend û çalakiyên hunerî li Germiyanê hene, lê ji ber ku hikûmet girîngî bi xebatên hunerî nade û zemînê pêşxistina xebatên hunerî nayên avakirin, gelek zehmetî jî li pêşiya wan in. Hunermend ji hikûmetê dixwazin ku zêdetir girîngiyê bide xebatên hunerî û ji bo xebatên hunerî yên Germiyanê holeke taybet çêke.

 

Elaqe heye derfet nînin

Şanoger, lîstikvanên filmên sînemayî û rêze filman yên herêma Germiyanê diyar dikin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bipêşxistina xebatên hunerî ti karî nake û derfetên bipêşxistina xebatên hunerî jî pêşkêş nake.

Li Germiyanê 30 komên şanoger, gelek lîstikvanên filmên sînemayî û rêzefilman hene. Lê salonek taybet ji bo provayê û bipêşxistina xebatên hunerî nîne. Herçend saloneke hunerî li Kelarê heye jî, ji ber ku nehatiye nûjenkirin beşeke wê ya mezin nayê bikaranîn. Hunermenên Germiyanê ji me re peyivîn li ser vê mijarê û daxwazên xwe jî weke ta bi derziyê ve bikin, kirin rêz.

Şanoger Şiwan Celal diyar kir ku tevî elaqeya mezin a ciwanên Germiyanê ji xebatên hunerî re jî, ji ber ku derfetên madî kêm in, ew nikarin van daxwazên ciwanan yên ji bo huner, pêşwazî bikin.

Hikûmet û rêxistin girîniyê bi huner nadin

Lîstikvanê rêze film û filmên sînemayî Omer Ebdula li ser mijarê got, nebûna holeke taybet ji bo xebatên hunerî yên weke sînema û şanoyê, li pêşiya meşandina xebatên hunerî astengiyan ji bo wan çêdike û got, “Ev jî dibe sedem ku em nikaribin xebatên filman bimeşînin. Ne hikûmet ne jî rêxistinên ku bi huner re elaqeder in, girîngiyê bi van xebatan nadin.

Berê budceya heyî hol nehat çêkirin

Rêveberê Giştî yê Rewşenbîrî û Ciwanan ê Germiyanê, Ako Horênî li ser rexneyên hunermendan ji bo hikûmetê û saziyên peywendîdar axivî û diyar kir ku ew hewl didin van pirsgirêkan çareser bikin, lê ji ber qeyrana aborî, nikarin pêwîstiyan bi awayeke baş dabîn bikin. Horênî îşaret bi beriya qeyranê jî kir û wiha axivî, “Berê qeyrana darayî budceyeke baş hebû. Lê baş û li gorî pêwîstiyan nehate xerçkirin. Di vê demê dem me nekarî em saloneke baş ji bo xebatên hunerî çêkin. Ti bûdceyeke taybet ji bo karê me êdî nayê veqetandin. Lê mehane 2 milyon dînar ji bo me dişînin.

Em jî vê li ser 12 saziyên girêdayî rêveberiyê parve dikin. Lê 2 milyon dînar têra pêwîstiyên rojane jî nake. Ev jî bûye sedem ku xebatên hunerî li navenda me nemînin.”