Wênesaz Dilbaz Barazî yê ku ji bajarê Serêkaniyê ya Rojava neçar ma û koçî Dîlokê kir, li vir jî karên xwe yî hunerî berdewam dike. Di wêneyên Barazî de her çiqas çîrokên xembar ên hemû gelan xuya bike jî bi taybet êşên ku gelê Kurd kişandiye di hemû berhemên wî de li pêş e.
‘Hunermend divê destpêkê êşên xwe neqş bike’
Dilbaz Barazî li gel hunermendiya xwe bavê du zarokan e û li Dîlokê ji bo debara xwe bike di heman demê de li înşaatan karê boyaxê jî dike. Barazî ku behsa çîroka wênesaziya xwe kir, da zanîn ku ji ber bêderfetiyê neçar maye ku dest ji xwendinê berde û di warê weênesaziyê de bi xwendina pirtûkên wêneyan her xwe pêş xistiye. Barazî hêma û mijarên wêneyên xwe jî wiha rave kir: “Di hemû wêneyên min de êşên gelan heye. Beriya her tiştî divê mirov bikaribe êşên xwe bihûne. Ji ber vê yekê ez jî êşên gelê xwe xêz dikim. Divê mirov ji bo xwe dikaribe tiştek bêje.” Barazî bi gotina “Zimanê êşê li her derê heman e” nêrîna xwe ya jiyanê anî ziman û çîroka wêneyekê ku leşkerek bûye mijar bi çend gotinan şîrove kir: “Di vê wêneyê de ji devê leşker xwîn davêje. Gotinê herî xweş a dijmin jî xwîn davêje. Mirin heye lê li hemberî hemû zilman dilopên ku hêviyê tîne ziman jî hene.”
DÎLOK