Kovara Hewdem a Ciwanên Welatparêz bi boneya "Ji Qirkirina çandê re na" li Hewlêrê bi tevlîbûna dehan ciwanan li senterê Ala helbest xwendin. Helbest li aliyê ciwanê bi navê Heloî Samî ve hatin xwendin. Berpirsê Nivîsên Govara Hewdem Dana berî helbest xwendinê axaftine kir û bal kişand ser qirkirin çand. Dana, anî ziman ku divê tu hunermend çandê weke amûreke bikarneynin xwedî li xirx û çanda xwe derbikevin. Dana, da zanîn ku her gel bi çanda xwe heye.
Piştî axaftinê Heloî Samî derket ser dikê û helbast xwendin. Samî bi helbestên xwendin demên xweş bi ciwanan dan derbaskirin. Piştî xwendina helbestan Heloî Samî guhdariya şîrov û rexneyên ciwanan kir û sipasiya xwe ji Govara Hewdem kir. Samî, bilêv kir ku pêwiste her helbestvan bi helbestê xwe êş û kolên gelê xwe bine zîman.


HEWLÊR