Xwendekarên  Komeleye Xwendekarên Silopiyayê (SODER) bi xebatên wênesazî, muzîka kolanê, pêşbirka zanînê, şano, panel her wiha çalakiyên cur be cur li dar xistin. Xwendekaran bi hunera xwe ji bo Êzîdiyên ji ber komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûne alîkarî berhev kir.  Endamê SODER´ê Nêçîrvan Tanriverdî li ser komxebata 3 rojan da zanîn ku, armanca wan him li  bajarê Siloiyayê  bipêşxistina hunerê ye û him jî piştgiriya bi kurdên Êzîdî re ye û wiha axivî: “bila her kes bizane ku gelê Êzîdî ne bi tenê ye, heya dawiyê em ê piştgiriyê bidin birayên xwe yên Êzîdî. Armanca vê komxebata me ya herî girîng piştgiriya bi gelê Êzîdî re ye. Di xebatên me yên hunerî de alîkariya ku were komkirin wê ji bo pêwistiyên kurdên Êzîdî were xerckirin.”

ŞIRNEX