Hostayê deqkirinê Selîm Gokçen dibêje, nabe huner ji bo bazirganiyê were kirin. Gokçen bi hewldanên xwe dixwaze hunera Kurdan diyar û darîçav bike.

Gokçen ê 63 salî, li Mêrdînê li atolyeya xwe hostayê deqkirin û rolyefê ye. Gokçen wekî din li Beşa Resim û Peykertiraşiyê ya Zanîngeha Artûklû dersan dide.

Gokçen di hunera deqkirinê de hewl dide ku çanda Mezopotamayê û Kurdan vebêje. Di nava berhemên wî de Ahûra Mazda, Şahmaran, Zihayê Firat û Dîcle, Dewrêşê Evdî û Edûlê jî hene. Xebatên wê yên portreya dewam dikin, di nav yên qediyayî de Ehmedê Xanî û Eyşe Şan û gelek navdarên Kurdan hene.

 

ANF/MÊRDÎN