Şêwekar Hemîd Hêvîjar tabloyên ku çêdike nafiroşe, diyarî mirovan dike. Hêvîjar got, divê hunermend wêrekiyê li civakê peyda bike.
Hemîd Hêvîjar ê 36 salî ku li Êlihê di sektora tenduristiyê de dixebite, ji 20 saliya xwe ve resman xêz dike. Hêvîjar, ev du sal in li atolyeya xwe ya bi navê Atolyeya Huner a Lîlavê şêwekariyê dike. Ew tabloyên xwe nafiroşe, diyarî mirovan dike.
Hemîd Hêvîjar, diyar kir ku wî heta niha zêdeyî 100 tabloyî çêkirine û got, “Pirr dixwazim tiştekî diyarî mirovan bikim. Heta niha min gelek wêne xêz kirin, lê tenê niha 30 heb mane. Helbet mirov dikare wan bifiroşe jî, lê dixwazim diyarî mirovan bikim. Bi vî awayî carinan li navendeke çandê carinan jî li malekê tabloyeke min heye. Bi vî awayî dixwazim çanda wêneyan a li eywanan tê daliqandin hebe û ji ber vê, wêneyên xwe diyarî mirovan dikim.”
Têmaya tabloyên wî bi pirranî koçberî û jin in, ew li dijî şideta elaqedarî vê babetê jî dibêje, “Tenê ne li dijî şideta li hemberî jinê me, li dijî her cure şidetê me. Divê hunermend wêrekiyê li civakê peyde bike û divê ji bo vê têbikoşe.”
Divê huner serbixwe be
Hemîd Hêvîjar, got, feraseta hunerê serdest û ji civakê dûr heye û li ser miajrê wiha peyivî, “Divê hunermend ne li hêla serdestan be, li hêla gel be. Ez jî bi huner hewl didim li cem gel bim. Lê mixabin roja îro huner ji civakê dûr ketiye û civak jî ji huner dûr ketiye. Sedema vê jî dûrketina huner a ji serbixwebûnê û wêrekiyê ye.”
MA / ÊLIH