Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li kantona Hesekê bi beşdariya 24 koman, 5‘emîn Mihrîcana Zarokan dest pê kir.

Bi sponsoriya Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê, pêr çalakiyên Mihrîcana 5`an a Zarokan dest pê kir. Êdî bi awayekî ji rêûresmê her sal Îlonê ev mihrîcan bi rê ve diçe.

Mihrîcana îsal bi dirûşmeya `Zarok simbilên jiyanê ne` li dar dikeve. Mihrîcan li kantona Hesekê li navçeya Til Temirê bi beşdariya 24 komên hunerî yên kantona Hesekê tê lidarxistin û 3 rojan dewam dike, yanî îro jî mihrîcan dewam dike.

Çalakiyên mihrîcanê cihêreng in, komên muzîkê, yên govendê û şanoyê jî hunerê xwe li ser dikê nîşan didin.

 ANHA/HESEKÊ