Dema ku huner ji bo diyarkirin an jî veguherîna kodên civakî dixebite, ji binî ve, bêyî ku bi carekê re deng vede hêdî hêdî rista xwe pêk tîne. Lê bêyî ku xeletiyek bê kirin karê hunerî dimeşe. Yanî mîna polîtîka, aborî û leşkerî bi carekê re mirov û civakê venaciniqîne. Di diyarkirina kodên civakî de huner rengê rojane yê civakê diyar nake. Rengê giştî yê civakê diyar dike û ji wir ve êdî dirûv dide civakê. Lê heta şaneya herî kûr a civakê jî xwe berdide. Bi awayekî ne aşkere rê nîşan dide. Di vê rênîşandanê de, bi avakirina wan kodan civakê dike xwedî karakter jî.
Lewma jî di giyanê civakan de kîjan karakter li pêş be, di jiyana rojane ya wan civakan de jî heman karakter li pêş e. Ew kodên ku huner jî yek ji avakarên wan e, karaktera civakê pêk tîne. Karaktera kesan û ya civakê jî jiyan û helwesta civakan diyar dike.
Di kêlîka ku qala civakan/miletan tê kirin jî ne tenê rewşa dîrokî, siyasî, aborî, bîrdozî lê her wisa rewşa çandi, felsefîk, hunerî û hwd jî divê neyê jibîrikirin.
Ji ber vê sedemê jî dema ku di civakê de têgîna şer û aştiyê jî tê nîqaşkirin em bêhtir wekî mijara zanista siyasetê têdigihîjin.
Lewma jî, çawa ku di pêkanîna aştiyê de an jî têkçûna aştiyê de ku şer, tevlihevî, tundî wê demê ciyê aştiyê digre, yanî aramî diçe qîrîn tê û di dûmahîka vê yekê de, di serî de mîna ku babeteke aleqedarî siyaset û dewletê be her kes tenê berê xwe dide civaknasî, siyaset, psikolojî û felsefeyê lê divê bi heman girîngî û cidiyetê qada ramanî huner, etîk û heqîqet neyê jibîrkirin. Têkiliya di navbera huner, etîk û heqîqetê de gelekî girîng e. Ji lew re ne durist e ku di avakirin û pêkanîna aştiyeke kesane û civakî de mirov her tiştî bike para feraseta siyaset û dewletê, divê bi kêmanî bi qasî feraseta siyaset û dewletê rewşa xwenîşandana heqîqetê ya bi şêweya estetîkî/etîkî û polîtîk ku di beşên hunerê de dide der li ber çavan bê girtin. Jixwe di avakirin û diyarkirina nasnameya kesan û civakn de bi qasî kiryarên polîtîk ên dewlet û pergalan bandor beşên hunerî yên mîna wêne, fotograf û bi taybetî jî muzîk, wêje, şano û sînemayê gelek e.
Ji ber ku huner di hemû serdeman de di warê sekularîteyê de gelekî girîng e, di heman demê de xwedî giraniyekê ye di diyarkirina nasname an jî karaktera kes û civakan de. Helwesta entelektuelî û rewşenbîrî ya di xwezaya hunerê de, dike ku karakterekî aştiyane bi riya hunerê wekî kodeke bingehîn di civakê de pêk were.
Heger di bingehê de têkiliyeke xurt a ku heqîqetê bi awayê etîk û estetîkî biafirîne û veguhezîne hebe, huner tevli hemû beşên(binbeşên) xwe ji bo dema dûr, wekî armanceke bingehîn amûreke gelekî xurt a afirandina feraseta aştiyane ya kesan û ya civakan e.
SÎDAR JÎR