HAWRÊ KIRÊKAR / ROJNEWS/GERMIYAN

Hunermendên Başûrê Kurdistanê dibêjin, huner dikare ji bo aştî û yekitiyê bi roleke mezin rabe. Ew wekî din diyar  dikin ku divê hemu hunermendên Kurd ji bo yekrêziya navmala Kurdan, bixebitin.

Hunermendên tevlî dîdara hunerî ya Germiyanê buyîn, li ser rola huner di yekitiya gelê Kurd de, axivîn. Hunermend diyar dikin ku yekitiya her çar parçeyên Kurdistanê û pêkanîna yekitiyeke neteweyî ya gelê Kurd gelekî girîng e.

Hunermend Serbest Ehmed li ser mijarê dibêje, “Ji bo huner rêxistinbûyîna Kurdan ji her tiştî girîngtir e. Pêwîst e ku huner ji bo komkirina hunermendan kar bike, li ser vê yekê hewldan hene, lê hê jî kar lazim e bê kirin. Ji bo rewşa niha ya Kurdan, yekitiya navmala Kurdan ji her tiştî girîngtir e.”

Huner divê xwedî cihekî diyar be

Hunermend Eswed Fayiq jî îşaret dike bi serneketine hunerî di misogerkirina yekrêziya navmala Kurdan de û wiha dipeyive: “Pêwîst e huner di bipêşxistina yekrêziya navmala Kurdan de xwedî cihekî diyar ba. Yekitiya neteweyî bi vî hunerê niha çênabe, ji ber ku rikberiyên gelek nexweş hene.”

Kobanê îsbat e

Li gorî hunermend Pişko Mihemed jî, huner hewl daye yekrêziya navmala Kurdan çêke, lê ev hewldanîn destpêkê ne û pêwîst e hewldanên zêdetir ji bo vê yekê bên kirin. Pişko dibêje, pêwîst e dîdarên sînemayî û guftugoyên pêwîst di navbera hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê de bên kirin: “Huner dikare bi roleke mezin ji bo aştî û yekitiyê rabe. Ew heskirina ji bo Kobanê, ya di nava huner û aliyên din de, îsbata vê yekê ye.”