HESNA MUHEMED / JINNEWS / ŞEHBA
Jina bi navê Hêvîn Birîm a ji Efrînê û niha jî piştî dagirkeriyê li Şehbayê bi cih bûye, hestên xwe bi xêzkirina wêneyan rave dike û dibêje, “Bi xêzkirina wêneyan hest, êş û berxwedana xwe rave dikim.”
Piştî êrişên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bi hezaran Efrînê li Şehbayê bi cih bûn û berxwedana xwe dewam kirin. Hêvîn Birîm 35 salî ye, dayika 5 zarokan e û ji Efrînê ye. Piştî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê ya li efrînê ew niha li Şehbayê bi cih bûye. Ew hestên xwe û bêrîkirina xwe ya ji bo Efrînê bi wêneyan rave dike. Hêvîn Birhîmê hestên xwe bi me re parve kirin û got, “Ez bi taybetî jiyana berê ya li gundan, xwezayê, jinên ku çandiniyê dikin, xêz dikim. Ez hestên xwe yên bêrîkirina Efrînê bi wêneyan nîşan didim. Ez dizanim ku Efrîn wê rojekê rizgar bibe.”
Ji 15 salî ve xêzkirina xetan
Hêvînê da zanîn ku xêzkirina wêneyan hunereke azad e û got, “Dema ez 15 salî bûm min dest bi xêzkirina wêneyan kir. Ew hestên xwe yên ku min bi ti kesî re parve nedikirin, min bi wêneyan diyar dikirin. Birayê min jî di vê mijarê de piştigiriya min kir. Ez bi taybetî jiyana berê ya li gundan, xwezayê, jinên ku çandiniyê dikin, xêz dikim. Xêzkirina wêneyan hunereke azad e. Divê hemû jin li vê hunera azad xwedî derkevin.”
Ji bo îfadekirina êş, hêvî û berxwedanê
Hêvîn Birîmê bal kişand xêzkirina hesreta Efrînê jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî ku Efrîn hat dagirkirin, ji wê û şûn ve, min êdî êş, berxwedan û komkujiyên ku hatin serê Efrîniyan, xêz kirin. Lê ti carî min hêviya xwe ya vegera Efrînê ji dest neda. Bi xêzkirina wêneyan hest, êş û berxwedana xwe rave dikim. Ez hestên xwe yên bêrîkirina Efrînê di wêneyan de nîşan didim. Min hêviya xwe ti carî winda nekiriye. Ez dizanim ku ez ê rojekê dîsa vegerim Efrînê. Ez dizanim ku Efrîn wê rojekê rizgar bibe. Jinên Kurd ên leheng, têkoşer, fedekar û bi rêxistinkirî ti carî ji axa xwe dûr nakevin, mîrasa xwe ji dagrikeran re nahêlin. Bi çi rêyê dibe bila bibe, em ê Efrînê rizgar bikin, xeyalên xwe pêk bînin.”