
Bêrîvan Îbrahîm jineke ciwan a 24 salî ye. Li taxa Heleliye ya Qamişloyê rûdinê. Di heman demê de dewamkarê kevneşopiyekê ye. Bêrîvan rêsandina hiriyê ji diya xwe hîn bûye. Diya wê jî ji pîrka wê hîn bûye. Her sê nifş bi tayê ji hiriya rêsandî, kincan çê dikin. Bêrîvan her wiha bi modelên xwe re, vê hunera destan nû û dewlemendtir dike.
Ji zaroktî heta zanîngehê
Bêrîvan dibêje ku di 10 saliya xwe de bi temaşekirina li pîrka xwe re ew hînî vî karê destan bûye û bi tayê ji hiriya hatiye rêsandin qazax, gora, lepik hwd. çê dikin û bi firotina van berheman debara xwe dikin. Bêrîvan ku li gel vî karî dibistana xwe jî dewam dike, li Şamê beşa Hunerên Destan xwend. Piştî ku ji vir mezûn bû, kevneşopî û huner gihand hev û dest bi xêzkirinê kir. Bi van dîzaynên xwe re modelên cuda çê dike û û xebatên xwe yên bi van modelan çê dike, li ser sîparîşan difiroşe.
Bêrîvan dibêje ku ji bo karên destan bi hunerê re bigihîne hev wê dibistana Hunera Destan xwendiye û destnîşan dike ku bi karê xwe re ew tevkariyeke mezin ji aliyê aborî ve li malbata xwe dike. Bêrîvan dibêje, "Meraqa min a li karê destan di 10 salî de destpê kir. Hingî diya min hiriya mihan dirêsand û bi ta-benên ji wê hiriyê, kincên ji bo zivistanê ji me re çê dikir. Min jî li destê wê temaşe dikir û hingî ve bala min li ser karê destan e. Û min got ne tenê wiha ye û çûm dibistana wê."
'Ez ji vî karî hez dikim'
Bêrîvan ku li ser sîparîşan tabloyan û li her qadê hunera karên destan çê dike dibêje ku ew di heman demê de mîratevana dayika xwe ye. Bêrîvan dibêje, "Ez ji vî karî hez dikim û dikim. Ji xwe eger min jê hez nekira, ez nediçûm dibistana wê. Niha li ser sîparîşan dixebitim. Li ser daxwazan wêneyan çê dikim. Li ser Çamê hunera xwe dineqişînim. Li ser kevnik hunera xwe dineqişînim."
Bêrîvan a ku li Saziya Malbatên Şehîdan dixebite daxwaza wê ya herî mezin ew e ku cihekî peyda bike ku li wê derê perwerdeya hunera destan û wêneyan bide zarokên Şehîdan. Bêrîvan da xuyakirin ku beriya niha, ji bo pêwistiyên xwe di berdêla pere de ders dida zarokên taxê û dibêje, "Lê niha li ser sîparîşan dixebitim. Bi giranî ji nas û dostên li taxê re dixebitim. Li Saziya Malbatên Şehîdan dixebitim û dixwazim dersên li ser wêne û hunera destan bidim zarokên şehîdan."
QAMIŞLO