Di bin sîwana Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê de Koroya Gel a komînal li hemberî qirkirina çandî bi koroya pirzimanî bersivê dide. 

Di Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê (NÇHDF) de komên govend, muzîk, şano û beşên din yên hunerê perwerde dibînin. Her sal NÇHDF bi projeyên xwe yên nû derdikeve pêşberî gel. Yek ji xebata NÇHDF’ê yê koroya gel a komînal e. Koroya Gel a komînal ji 46 endaman pêk tê. Di nava koroyê de jin û zarok jî cih digirin. Kesên ku li NÇHDF’ê kursên muzîkê dibînin tevlî koroyê dibin. Koro bi gelek zimanên gelê Rojhilata Navîn stranan dibêje. Di heman demê de gelek curên enstrumanan yên wek saz, def, erbane, kanun, keman û hwd. tên bikaranîn. 


Çanda xwe bi gel didin nasîn

Alîkarê Şefê Koroya Gel Ferhat Tutşî derbirî ku bi salan e koroya NÇHDF’ê heye û her çend korovan û enstrumangerên wan tên guhertin jî koro hebûna xwe hertim dide berdewam kirin. Tutşî destnîşan kir ku armanca wan ew e ku çanda xwe bi gel bidin nasîn. Her wiha Tutşî, da zanîn ku koma wan ji 25 kesên korovan û 11 ensturmangeran pêk tê. Tutşî diyar kir ku ew hefteyê carekî kom dibin û ev agahiyan da: “Rojên din jî waneya solfêj (perwerda deng) û şanê didin hevalên xwe yên korovan. Di nava koroya me de hem kesên ku bi salan karê muzîkê dikin hene, hem jî kesên nû dest bi mûzîkê kirine hene. Hevalên me yên bi tecrûbe alikariya hevalên ku nû dest bi muzîkê kirine dikin. Dema em stranekî hildibijêrin destpêkê koma koroyêt û koma enstrumanê cuda cuda dixebitin û piştî wê em bi hev re dixebitin û heta ew stran baş bê gotin, provayan dikin.” 


Bi pirrengiyê dibin nûnerê aştiyê 

Tutşî bi lêv kir kir ku di koroyê de stranên Kurdî (Kurmancî-Soranî), Tirkî, Ermenî, Lazî û Erebî tên gotin û anî ziman ku ew dixwazin hemû mirovahiyê bi mûzîkê bînin ziman. Tutşî derbirî ku ew ê bi vê koroyê bidin nîşan ku hemû gelên cîhanê yên xwedî ziman û hunerên cuda dikarin bi hev re bijîn û got: “Ji ber vê jî koroya me nûnertiya aştiyê dike.” 

Korovanê Koroyê Azad Kizilkar jî diyar kir ku armanca wan hilberîna berhemek komunal e û da zanîn ku yek ji armanca din ew e çand û zimanên di bin tunebûnê de ji nû ve bi ruh bikin. 


Huner ji bo gel

Kemangerê koroyê Baran Ertaş, destnîşan kir ku koroya wan koroya gel e. Ertaş got ku xebata komunal hem wan pêş dixe hem jî têkiliyên wan bi hev re xurt dike. Ertaş diyar kir ku tişta herî giring ew e ku kesên tên koroyê fêrî hûnerek komunal dibin û wiha got: “Em naxwazin hunerek yek kesî ava bikin.” Ertaş destnîşan kir ku ji ber sedema şerê ku AKP’ê li ser Kurdan daye destpêkirin psikolojiya wan ne rihet e û wiha axivî: “Ji ber ku her roj hevalên me tên înfazkirin, bandorek xirab li ser karê me dike. Lê em dixwazin di nava şer de xwe bi hunerê rêxistin bikin. Dibe ku pêvajo nebaş be lê em ê bi her awayî karê xwe berdewam bikin.” 


 DÎHA/AMED