Konservatuar, salên perwerdehiyê ji 2 salan derxistin 3 salan û di 2 salên ewil de dê zêdetir li ser aliyê teoriyê rawestin. Di sala dawî de jî dê bêtir li ser karê pratîk rawestin. Midurê Konservatuara Aram Tîgran Şêrko Kanîwar, anî ziman ku ew armanc dikin ku hunera Kurd derxin asta akademîk û di qada akademiyê de gavên dîrokî bavêjin.
Konservatuara Aram Tîgran ku di bin baneya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xebatên xwe dimeşîne, bi tevlêbûnek mezin a xwendekaran xebatên xwe yên atolyeyên cuda berdewam dike. Konservatuara ku di atolyeyên resîm, muzik, sînema, şano û govendê de dersan dide, li aliyê din 42 zarokan bi taybet di pola muzîkê de perwerde dike. Konservatuara ku hemû dersên xwe bi zimanê Kurdî dide, ders saet di 17.00'an de dest pê dike. Hefteyê 3 rojan û her rojê 2 saetan ders tên dayîn. Di dawiya hefteyê de ders di 09.00'an de dest pê dikin û êvarî heta saet 19.00'an berdewam dikin. Di 2 salên ewil de tenê dersên teorîk tên dayîn û di sala dawî de jî tenê dersên pratîk tên dayîn.
Di beşa resîmê de dersên perwerdehiya tevahî ya hunerê, dîroka hunerê, grafîk, desen û dersên perspektifan tê dayîn. Di beşa muzikê de jî dersên enstruman, pîyano, perwerdehiya tevahî ya muzîk, rîtîm, meqamên muzîka Kurdî tên dayîn. Konservatuara ku her sal xwendekarên nû digire, piştî perwerdehiya 3 salan wan mezun dike. Midurê Konservatuara Aram Tîgran Şêrko Kanîwar, der barê xebat û armanca perwerdehiya konservatuarê de anî ziman ku ew armanc dikin ku hunera Kurd derxin asta akademîk. Kanîwar, da zanîn ku Konservatuara Aram Tigran di sala 2010'an de dest bi xebatan kir û 2 salin xizmeta çand û hunera Kurdan dike. Kanîwar, destnîşan kir ku konservatuarê navê xwe ji hunermendê navdar Aram Tîgran girtiye û wiha axivî: "Ji bo me ev konservatuar bir bi qîmet û wate ye. aliyê hunerê yê amademiyê digire dest. Îsal qeydan di 27'ê Tebaxê de dest pê kir. Di 5'ê Cotmehê de bi dawî bûn. Di konservatuarê de beşên muzik, resîm, sinema, govend, şano hene. Îsal gelek kesan serî lê dan."

Pêşketina teorîk û pratîk

Kanîwar, destnîşan kir ku îsal bi 97 xwendekaran dest bi dersan kirin û wiha berdewam kir: "Di her polê de 23 xwendekar hene. NÇM nêzî 20 salin xebata çanda Kurdan dimeşîne. Bi xebatên konservatuarê em çand û hunera Kurdan derdixin asta akademik. Em dersên xwe bi Kurdî didin. Ewil perwedehiyên me 2 salan berdewam dikir. Lê me dît ku ev yek têrê nake me derxist 3 salan. Me xwest bi vê yeke hem aliyê teorîk û hem jî aliyê pratîk pêş bixin."
Kanîwar, da zanîn ku di sala 3'emin de Konservatuara Aram Tîgrağn diplomayên xwendekaran dide wan û xwendekarên ku di akademiyê de mezûn bibin dikarin di saizyên Kurdan de bibin hîndekar, muzisyen, sinemavan an jî şanoger. Kanîwar, destnişan kir ku di sala ewil de 70 xwendekarên wan hebûn u di sala 2'emin de xelas kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Xwendekarên sînemayê niha projeya filman dieşinin. Sala par me belgesela 'Seyitvan' filmê bi navê 'Sevgili Doktorum' amade kir. Xwendekarên beşa muzikê jî konser amade kirin. Em dê di sala 2013'an de di meha Hezîranê de cara 2'emîn derkevin pêşberî gel.

  DÎHA/AMED