
Awayên herî kevin ên resmkirinê bi resmkirina li ser dîwarên şikeftên asê ye ku wekî resmkirinên li şikeftan yan jî hunera pariyetal a serdema paleolîtîk tên zanîn.
Ev hunera hanê teqrîben heta beriya bi 40 hezar salan diçe û hem li Asya û hem jî li Ewrûpayê têra xwe belav e. Bi qasî ku agahiyên li ber dest destûrê didin, em dikarin bibêjin ku armanca vê hûnerê ne dekoratîf bû ne ji bo xemilandina mekanên mirov li wan dimînin bû. Lewma ev resm ne li mekanên şên ên mirov lê hatibûn neqişandin, bi ser de jî para bêhtir li cihên wisa ne ku asê ne û mirov nikare hêsanî xwe bigihîne wan.
Hin teorî hene ku dibêjin ev hunera resmandinê rêyeke ragihandinê bûye, hi teorî jî dibêjin bi kêra hin rîtuel û ayînan dihatin. Bi her halî ev resm li seranserê dinyayê heta mirov bibêje bes, dişibin hev, di wan de fîgurên heywanan sereke ne. Herçî mirov in bi tenê destê wan hene : mirov destê xwe li ser dîwarê şikeftê yan jî li ser zinarekî digire, devê xwe tijî reng dike û wî rengî pufî ser destê xwe dike. Bi rengî destên mirovan li ser dîwaran tên neqîşandin.
Resmandinên kevintirîn ên tên nasîn ên fîgurên heywanan herî kêm 35 heyar salî ne û li devera Şikefta Pettakere ya li girava Sulawesî ya li Îndonezyayêhatine dîtin. Kevintirîn fîgurên heywanan ên bi vî rengê hunerê teqrîben 30 ta 32 hezar salî ne. Lê destên li ser şikeftan ên herî kevin ên heta niha tên zanîn li şikefta El Castillo ya li Spanyayê û destekî din ê li Sulawesî ne ku 40 hezar salî tên texmînkirin.
LUQMAN GULDIVÊ