
Civakên li rojavayê Kurdistanê bi salan bû di bin dagirkeriya netewedewletê de hatibûn pelçiqandin. Piştî ku şert û mercên li herêmê guherîn, van civakan jî bi pêşengiya Tevgera Azadiyê û bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin sîwana neteweya demokratîk de xwe bi rêxistin dikin. Civakên demokratîk ên li Rojava herî zêde girîngiyê didin bisazîbûnê. Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) jî li kantona Efrînê mîhrîcanek ji bo zarokan da destpêkirin. Mîhrîcana Zarokan bi dirûşma ‘Bi xwendekarên zana û xwedî exlaq, ber bi civakeke demokratîk û azad ve’ dest pê kir û şagirtên dibistanên seretayî û navîn berhemên xwe yên cihêreng di vê mîhrîcanê de pêşkêş kirin.
Ciwanên Ereb
Xwendekarên peymangeha Viyan Amara ya Wêje û Dîrokê li navenda bajarê Efrînê kom bûn. Xwendekaran di mîhrîcanê de stran, dîlan û şanoyên xwe pêşkêş kirin. Di mîhrîcanê de bi dehan şagirtên dibistanên seretayî yên bajarê Efrînê, Koma Ciwanên Ereb a Peymangeha Viyan Amara jî tev li xwepêşandanan bû. Di mîhrîcanê de pêşangeheke wêneyan a zarokan jî hat vekirin. Di nav wêneyan de wêneyên cangoriyên azadiyê Rustem Ekrad û Arîn Mîrkan jî hatin pêşandan. Endama Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê Rexda Tobal da zanîn ku dê mîhrîcan berdewam bike, dê komên herî serkeftî werin hilbijartin û di 4′ê nîsanê de hunerên xwe pêşkêş bikin.
Şanoya ‘Axayê Zalim’
Zarokên li Dibistana Şehîd Îsa ya Seretayî û Navîn a Cindirêsê jî pêşangeheke hunerî vekir û wêneyên şagirtan hatin pêşkêşkirin. Li navçeya Şêrawa jî xwendekarên dibistanên navîn û amadehiyê stran gotin. Xwendekarên herî serkeftî ji aliyê komîteyeke girêdayî KPC-D’ê ve hatin hilbijartin. Her wiha xwendekarên dibistana gundê Basûta, şanoyeke bi navê ‘Axayê Zalim’ û xwendekarên dibistana gundê Kîmara jî şanoya bi navê ‘Komîn pirsgirêka ampêran çareser dike’ pêşkêş kir.
Raco û Bilbilê
Li navçeya Raco û Bilbilê jî pêşbirk pêk hatin, lîstika fotbolê hat lîstin û pêşengeha wêne, berhemên destan, dîlan, stran û şanoyê hatin pêşkêşkirin. Herî dawî li Bilbilê testên têkildarî materyalên xwendinê hatin çêkirin.
ANHA/EFRÎN