'Hunermend divê rastiyê ragihîne'
Elî di axaftina xwe de got ku divê rewşenbîr du tiştên sereke berçav bigire. Tişta yekemîn ew e ku bi çavekî cudayî welatiyan li bûyeran temaşe bike û tişta duyemîn jî ew e ku rastiya hemû buyeran ragihîne.
Derbarê şêwazê şêwekar Elî di çêkirina tabloyan de got, ew tabloyên xwe bi şewitandina li ser text çêdike. Tevlî ku şêwazekî kevin e jî, ji bo wî tiştekî nû ye û bandoreke cêwaz li welatiyan dike.
Rola rewşenbîr û hunermendan
Derbarê rola hunermend û rewşenbîran di şoreşa Rojava û tevahî Kurdistanê de Elî wiha peyivî: “Mixabin rola rewşenbîran di vê demê de gelekî lewaz bûye. Ev yek jî tê wateya ku pênûsên wan bi hin fikrên siyasî û partîtî hatine kilîtkirin. Eger rewşenbîr û hunermend bi rola xwe rabûna, êrîşên li dijî gelê Kurd dê bihatibana şikandin. Rewşenbîr çavên cîhanê li ser rastiya bûyeran û berxwedanê vedikin. Berxwedana Kobanê û Şengalê bûn sembola berxwedanê li tevahî cîhanê, eger rewşenbîran ev berxwedan baş ragihandiba dê tevahî cîhanê bihejanda.”
Yek tablo, gelek şîrove
Yek ji tabloyên ku bala welatiyan kişandiye, ji 3 parçeyan pêk tê û pirsa “Heta kengî dê wisa bimîne?” dike. Welatî jî vê tabloyê bi şêwazên cuda şîrove dikin.
Rêveberiya gel
Elî diyar kir ku gelê Kurd bi riya şoreşa xwe ji tevahiya cîhanê re îspat kir ku ew xwedî çand û fikreke resen e û tevahiya cîhanê li hemberî berxwedana wê matmayî ma. Gelê Kurd di hemû aliyên rêxistinî, çandî, aborî, siyasî û leşkerî de xwe bi rêve dibe, ev yek jî nîşana xurtbûna gelê Kurd û girêdana wê bi dîrokê re ye.
'Têkoşînê xurt bikin'
Elî diyar kir ku hemû saziyên gel têkoşîna xwe bilind bikin û bi taybet çapemeniya kurdî divê xebatên xwe zêde bike û rastiya gelê Kurd ji tevahî cîhanê re ragihîne.
Hunermend û şêwekar Hisên Elî di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku di vê qonaxê de xwe nedin aliyekî û asta têkoşîna xwe bilind bikin.
HEYFA MÛSA
ANHA / AMÛDÊ