
Mala Piştgiriya Perwerdeyê a Baxlerê di bin banê şaredariya Baxler a Amedê xebatên xwe didomîne. Di çarçoveya çalakiyên xwe yên hunerî ên dawiya sala dibistanê de pêşangeheke resm û peykeran li xelkê bajêr vekir. Beriya pêşangeh li gera xelkê vebe, li Hola Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê merasîmek hat lidarxistin, û çalakiyên hunerî hebûn: pêşî koma gîtar, erbana û muzîkê a Mala Piştgiriya Perwerdeyê derket ser dikê, paşê koma govendê a Kobanê û her dawî zarokên ji Amedêl û yên ji Kobanê lîstika şanoyê bi hev re nîşandan.
Pêşangeha resm û seramîkê
Paşê li Hola Pêşangehan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, berhemên xwendekarên Atolyeya Hunerê ya Arîn Mîrkan a li Mala Piştgiriya Perwerdê, hatin pêşandan. Pêşangeh ji berhemên peyker, eşyayên ji seramîkê yên xemlê û resm pêk tê. Ji bilî berhemên xwendekaran, wêneyên berxwedana Şengal û Kobanê jî li holê hatin hilawistin.
Peykerên Mîrkan û Cansiz
Arîn Mîrxana ku li Kobanê bi çalakiyeke fedaîyane jiyana xwe ji dest dayî û Sakîne Cansiz a li Parîsê bi bêbextiyê hatî qetilkirin jî bi hunera zarokan ji nû ve bi gewde bûn. Peykerên herduyan gelekî bala kesên li pêşangehê geriyan kişand ser xwe. Yeşîm Aydinê Peykerê Arîn Mîrxanê li ser kevirî verot, Sevgî Filîzê jî peykerê Sakîne Cansiz bi heriya kîlê çêkir.
Pêlavên sembol
Pêlavên kevin û mekapên ku xwendekaran peydakirî, anî û nîşandayî xelk li dora xwe civandin. Bi mekapên zer çêl li berxwedana Kobanê û Şengalê tê kirin û pirraniya pêlavan jî ji aliyê xwendekarên ji Kobanê hatine temînkirin.
AMED