ANF Images[/caption]
Ez mamosteyê xwe me
Bîlir anî ziman ku wî di zarokatiya xwe de, xwestiye bi şêweyekî ruh bide daran û wiha qala hunerê xwe kir: “Ez li taxa Selahattînê Eyyubî ya navçeya Baxlerê dergevaniyê dikim û dikaneke min a biçûk heye. Ez dergevaniyê dikim û li dikana xwe jî karê hunerê destan dikim. Ji beriya 2 salan, ez gelek li ser vî karî fikirîm û min xwest ez xeyal û ramanên xwe li ser daran zindî bikim. Ji ber vê yekê jî min bi verotinê ji daran dest bi çêkirina sewal, rûyê mirovan, kamyon û motoran kir. Ez vî hunerî bi xwe fêr bûm û dixwazim hîn jî bi pêş bixim. Ev yek jî dibe sedema ku ez lezê bidim xeyalên xwe.”
Bîlir got, ew bi hezkirineke mezin bi hunerê destan mijûl dibe û wiha pêde çû: “Ez bi hezkirin û zewq karê destan, sin´etê xwe dikim. Ez hem karê xwe yê dergevaniyê dikim, hem jî karê hunerê destan dikim. Bala min li ser kar e. Di nava hefteyekê de ez dest bi çi bikim, diqedînim. Dema bi dawî dibe jî ez bi keda xwe şanaz û kêfxweş dibim.” Hunerê ruh anîna bi darî
“Di 49 saliya xwe de min biryar da ku ez dest vî hunerî bikim. Ez ji kesekî fêrî vî hunerî nebûme û bi xwezayî min dest pê kir û destpêkê jî bi çêkirina sewalan, min xwe li vî karî ceriband.”
DENÎZ ÎKE
ANF/AMED
Welatiyê bi navê Mustafa Bîlir ê ku beriya bi 20 salan, bi darê zorê ji navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hatiye koçberkirin û li Amedê bi cih bûye, ji textên daran,berhemên hunerî çêdike.
Li Kurdistanê mirovên li ser xaka xwe di nava şert û mercên herî zehmet de dijîn jî hene. Li aliyekî polîtîkayên şer, krîza aboriyê û asta bêkariyê her ku diçe zêdetir dibe. Li Amedê jî ji ber ber krîza aboriyê gel xizan e û ji bo debara xwe, xwe dide ber zehmetiyan. Li Amedê welatiyê bi navê Mustafa Bîlir ê 51 salî, bi hezkirineke mezin karê destan dike û bi hunerê destan, xeyalên zarokatiya xwe zindî dike, mirov dikare bibêje ew bi vî hunerî ruh bi textên daran tîne. Bîlir, berî 20 salan bi darê zorê ji navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya ser bi Mêrdînê hatiye koçberkirin, û li taxa Selahattîn Eyyubî ya navçeya Baxler a Amedê bi cih bûye ku niha lê dergevaniyê dike û jiyana xwe didomîne.
49 salî dar verot
Bîlir, di zarokatiya xwe de dema diçû êzingan û wî ji komkirina daran gelekî hezdikir. Bîlir da zanîn ku ji ber hezkirina wî ya hunera destan wî beriya 2 salan ji daran dest bi çêkirina berhemên hunerî kir û wiha axivî: “Cara yekem bi hezkirineke mezin min dest bi vî karî kir. Zarokatiya min di nava daran de derbas bû, ez dema zarok bûm, em bi heval, bav û birayên xwe re diçûn êzingan û me êzing kom dikirin. Karê hunerê destan di zarokatiya min de jî gelekî bala min dikişand û di 49 saliya xwe de min biryar da ku ez dest vê huner bikim. Ez ji kesekî fêrî vî hunerî nebûme û bi xwezayî min dest pê kir û destpêkê jî bi çêkirina sewalan, min xwe li vî karî ceriband.”
[caption id="attachment_107931" align="alignnone" width="555"]
ANF Images[/caption]
Ez mamosteyê xwe me
Bîlir anî ziman ku wî di zarokatiya xwe de, xwestiye bi şêweyekî ruh bide daran û wiha qala hunerê xwe kir: “Ez li taxa Selahattînê Eyyubî ya navçeya Baxlerê dergevaniyê dikim û dikaneke min a biçûk heye. Ez dergevaniyê dikim û li dikana xwe jî karê hunerê destan dikim. Ji beriya 2 salan, ez gelek li ser vî karî fikirîm û min xwest ez xeyal û ramanên xwe li ser daran zindî bikim. Ji ber vê yekê jî min bi verotinê ji daran dest bi çêkirina sewal, rûyê mirovan, kamyon û motoran kir. Ez vî hunerî bi xwe fêr bûm û dixwazim hîn jî bi pêş bixim. Ev yek jî dibe sedema ku ez lezê bidim xeyalên xwe.”
Bîlir got, ew bi hezkirineke mezin bi hunerê destan mijûl dibe û wiha pêde çû: “Ez bi hezkirin û zewq karê destan, sin´etê xwe dikim. Ez hem karê xwe yê dergevaniyê dikim, hem jî karê hunerê destan dikim. Bala min li ser kar e. Di nava hefteyekê de ez dest bi çi bikim, diqedînim. Dema bi dawî dibe jî ez bi keda xwe şanaz û kêfxweş dibim.”