Ev peykera nîşana destekê ji ziftê hatiye çêkirin. Tevî ku li Rojhilata Navîn ev made gelekî belav e jî, li Şûşê ew tenê ji bo peykersaziyê hatiye bikaranîn. Em ne behsa bajarê Şûşê yê îro li Xuzistanê nakin, em behsa paytexta Împaretoriya Elamiyan Şûşê dikin. Herçî dekorê ji fîgurên heywanan e, heywanên ji binemala kitikan, xezalan û eyloyan nîşan dide. Herçî mijara eyloyê baskên xwe ji bo parastina hêlîna xwe vedane, mijareke li Kurdistanê û Îranê antîk li ser seramîkên wê demê xêzbûye.
Serikek e destikê wî winda ye
Ev peykerê nîşana destekê yê mîna kovikekê ji kevirekî bi zift hatiye birrîn, jê hatiye verotin. Tenê miletê Şûşê bi vê teknîkê peyker çêkirine. Bi vî rengî vazoyên xemilandî jî hatine çêkirin. Paşê jî di destpêka hezarsala duyem a beriya zayînê de vazoyên jêra wan rolyef û li jora wan jî serê heywanekî weke rolyef, ji ziftê û kevirê ziftkirî hatine çêkirin.
Sedema ku weke kovikekê ye ev objeya hanê dibe ku derxistina xwê ya wê demê be, û ev jî weke serikê amûrekê diyar e. Yanî destikeke wî jî hebûye. Lê ka tam ji bo çi hatiye bikaranîn, îro nayê zanîn.
Eylo hêlîna xwe diparêze
Fîgurên dekoratîf bi terîşekê ji hev hatine veqetandin. Li jor du xezal hene ku ji xwe re diçêrin. Li nîvî giya û pincar hene. Li kêleka van xezalan jî du heywanên ji binemala kitikan hene; gelekî muhtemel e ku şêr bin û wan pişta xwe daye hev. Serên wan bi rengekî geometrîk hatine xêzkirin. Her çar heywan jî ji profîlê hatine xêzkirin. Herçî du eylo ne, wan baskên xwe berdane ser hêlîna xwe ya ku têde çêlîkên wan diyar in. Tevî ku eylo di mijarên neqişkirinê de xwedî cihekî taybet in li Şûşê; û xisleteke wan a din jî heye, ew ne weke eyloyên Mezopotamyayê ji gelek fîguran hatine çêkirin, lê tenê eylo ne.
Ev nimûneya di wêne de li muzexaneya Louvreê ya li Parîsê de tê nîşandan.
PARÎS