Şanoger û nivîskarên ji bajarên Herêma Federal ya Kurdistanê û ji Îranê hatine Tirkiye yê Şaredariya Bajarê Mezin ziyaret kirin. Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr nivîskar û şanogeran bi gurnefîlan pêşwazî kir.
Nivîskar û Şanogerên Baydemîr ziyaret kirin di dema ziyaretê de diyar kirin ku ji Amedê bêhna azadiyê tê û destnîşan kirin ku xebatên çandê li Amedê gelekî pêşketîne. Di ziyaretê de Baydemîr jî axavtinek kir û diyar kir ku têkoşîna wan ya Çandê ji sala 1991'an bi avakirina Navenda Çanda Mezopotamya yê destpê kiriye û heta îro berdewam kiriye û got: "Eger rojekî qedexekirina li ser min bê rakirin ezê li bajarên ku Kurd lê dijîn bigerim." Piştî axavtinan Baydemîr rehbera bajêr ya Amedê diyarî nivîskar û şanogeran kir û bi hevre wêne kişandin.
AMED