KAKŞAR OREMAR


Di rûyê wî de herdem kenekî sirîştî hebû. Qedirnas bû û ji wê jî zêdetir bihayekî pirr giran dida wan kes û saziyan ku bi çavekî bilind qedr û qîmeta hunerê wî dizanîn. Roja 09.04.2007’an bû ku ez bi du hevalên TV’yê re li bajarê Elmanyayê Saarbrukenê li mala hunermend Dilgeş bûn. Dema min jê re got, em ê wek “navdarekî Kurd” hevpeyvîneke dirêj bi te re çêbikin û di TV’yên Kurdî de yê bê weşandin, li me nêrî, girnijî û çavên wî tije hêsir bûn. Piştî ku bi dilekî tije soz razîbûna xwe ji vê xebata me re da xuyakirin, got, “Bi Şêx Adî û Laleşa Nûranî min texmîn dikir ku êdî ez hatime jibîrkirin û di bîra kesî de nemame. Ez nizanim bi kîjan peyvan dikarim vê qenciya we beyan bikim...”

Dilgeş 65 salan jiya, lê ji roja ku xwe nas kir ve li kêleka şoreşgerên doza Kurdistanê bû. Dengê wî jiyaneke nû dida wan kesên ku îmana wan bi azadiyê re hebû.

Ez ji bo Dilgeş xemgîn im, lê bawer dikim ew bi dilekî rihet ji jiyanê veqetiya. Kar û xizmeta wî hate teqdîr kirin. Bername li ser jiyana wî hatin çêkirin û hunermend, sazî û kesayetiyên Kurd li dora wî kom bûn û dema ku ew bixwe jî amade bû li ser gelek aliyên jiyana wî axivîn. Ji ber wê jî ez nikarim ji bo Dilgeş bêjim ku Kurda derheqa wî de kêmasî kirin û nikarim bêjim: “Em zindîkujên mirîperestin.”

Hozanê doza rewa Dilgeşê dengxweş û zana heya sax bû hereketeke herî mezin a Kurdistanê li pişta wî bû. Bêguman ew jî kedkarekî wê hereketê bû û mîna hinek kesên durû, sextekar û berjewendî perest her roj bi sazekê nedireqsî. Baweriya wî bi serkeftina doza Kurdistanê bêdawî bû. Di salên herî dijwar yên jinana Kurdan Dilgeş bû dengê gelê xwe li hemû Kurdistanê.

Hunerê Dilgeş...

Hingê dengê Kurdan di qirika wan de hatibû fetisandin, di wan salan de ku kêm kesa dikarî an jî diwêriya bibêjin: “Em Kurd in...”, di wan salan de ku siyaseta înkar û asîmîlasiyona Kemalîstan roj bi roj berfirehtir dibû û xwe gihandibû her dera Kurdistanê, dengekî germ û zelal di nava Kurdên belengaz û bindest de belav bû ku dilê herkesî xweş dikir.

Ew deng, dengê hunermend Dilgeş bû. Dawiya sala 1952’an li gundê Nisêbînê Fisqînê hat dinê. Ji malbateke Kurdên Êzdî û bi tembûra bavê xwe ket nava cihana hunerê Kurdî. Huner di mala wan da tiştekî pîroz bû ji 15 saliyê û pê ve bi qasî sê salan Dilgeş xwe baş hînî lêxistina tenbûrê kir. Li pey wê, kete nava gel û stranên govend û deweta gotin.

Dilgeş hingê zû pê hisiya ku desthilatdarên komara Tirkiyeyê bi çi awayî dixwazin hemû mîras û dewlemendiyên ziman û hunerê Kurdan, tine bikin. Piştre Dilgeş kete nava kar û çalakiyên siyasî û li herêma xwe bû stranbêjekî hezkirî. Piştî ku şoreş mezin bû, bêhtir ket pey karê xwe yê hunerî û di nava gel de gelek hate hez kirin. Hingî xebata kesên weke Dilgeş, Xebat, Şiyar Farqînî, Eyşe Şan, Birader Musikî, Şêrîn, Zozan, Gulistan Perwer û hunermendên din bûn xwedî bandoreke mezin di bilindkirina hestên gel yên neteweyî de.

Yek ji kesên destpêkê ye...

Li bakurê Kurdistanê hunermend Dilgeş yek ji wan kesan bûye ku hertim bi saz û dengê xwe di têkoşana ji bo doza Kurdatiyê de xebat kiriye. Ji sala 1975’an û pê ve dema ku agirê şoreşa bakurê Kurdistanê sal bi sal gurtir dibû, li rex kar û çalakiyên siyasî, hunera protestkirinê jî hêzeke mezin dida şoreşgerên ku li dijî sîstema înkara komara Tirkiyê kar û xebat dikirin. Hingê, dengê hunermend Dilgeş wek stranbêjekî nîştimanperwer li bakurê Kurdistanê dengekî bilind bû ku bêhtir wek “deng û berdevkê çîna karker û cotyaran” dihat naskirin.

Sal derbas bûn û Dilgeş bi awayekî berfirehtir û profesyoneltir ket nava meydana huner. Wî bi dengê xwe yê germ carinan li ser bedewiya welat, keda şehîdên doza azadiyê, folklora Kurdî û carinan jî li ser rûreşiya muxtar û cehşekên ku bi erzanî diketin xizmeta dagirkerên welatê xwe, bi dengekî bilind qêrînên xwe li her çar aliyên Kurdistanê belav kirin.

Di berhemên Dilgeş da rewşenbîriya siyasî-civakî baş tê ber çava. Ji ber wê jî mirov rihet dikare bibêje ku Dilgeş hunermendekî rewşenbîr bû û wêjeya Kurdî jî baş dinasî. 

Berhemên giranbûha

Heya niha wî gelek berhemên baş afirandine ku 9 kasêt û CD ne. Çi cara xwe ji doza Kurdistanê dûr nexistiye. Li ser qehremanên mîna fermandar Egîd, Leyla Qasim, Bêrîvan, Zîlan, Mezlum Dogan û şehîdên doza Kurdistanê stran gotine û ew bi bîr anîne. Carinan jî li ser Newroz, şerên weke Bagokê, gerîlayên qehreman, Pêşmerge û dîktatorên weke Xumêynî jî stran çêkirine. Yanî bi giştî Dilgeş hunermendeke ku xwedî hestên nazik û hestiyar e. Dilgeş di xwendingeha hunera protestokirinê de xwedî fikr û ramanên Kurdîtiyê û alîgirê doza karker û zehmetkêşên civakê ye. Ti carî xwe ji doza Kurdîtiyê dûr nekiriye û heya dawî jî li ser karê xwe yê hunermendiyê têdikoşiya.

Qedirnasiya kar û xebata wî

Roja 24.04.2010’an li Melle (girêdayi Bielefeld/Elmaniya) “Yekîtiya Hunermendên Kurdên Êzdî û TEV-Çandê ” ji bo qedirgirtina kar û xizmeta hunermend Dilgeş “Şeva xelatkirina hunermend Dilgeş” pêk anîn.

Gelek komên muzîkê, stranbêj û hunermendên Kurd li wir amede bûn. Herkesî behsa kar û xizmeta Dilgeş dikir, hinekan stranên wî gotin û hinekan jî tenê stranên xwe gotin. Di rûyê Dilgeş da ken û razîbûn xuya bû. Wî bi çavên xwe didît ku ciwanên Kurd û hemwilatiyên wî li dorê kom bûne û behsa deng, huner, ked û xizmeta wî ya salên dirêj dikin. 

Pêkanîna munasebetên wiha pêwîst e di nava me Kurdan de bibe kultur û karekî berdewam. Em heya qedir û hurmeta nirxên xwe yên neteweyî negirin, di civaka me da motîve û afirandinên nû çênabin. 

Careke din stranên Dilgeş, ew stranên ku zû ketin ser zimanê xelkê û bûn dermanê kewandina birînên bi milyonan kesan: Biçûkê Canê, Lêxin Gerîla lêxin, Bêrîvanê, Nisêbîn, Egîd bi heybet, Muxtaro, Şerê Bagokê, Axa me zêr û zengîne û hwd rûpelên dîroka şoreşekê anîn bîra me ku bi xwîna hezaran şehîdan gihabû pêvajoyeke nû a vejînê. Şoreş îro jî germahiya wê derbasî qonaxên nû bûye.