Hunermend Ebdullah Hacî pêr bi şev li Dihokê wefat kir. Ebdullah Hacî sala 1949´an li bajarê Dihokê ji dayik bûbû û ji sala 1971´ê ve di warên şano û dramayê de dixebitî. Nexasim piştî raperînê, wî di pêkanîna şanoyên bi navê Çinîn, Av û Xwîn û Bizava Gundiya de cihê xwe girtibû.

Ebdullah Hacî beriya bi deh salan bi nexweşiyeke giran ketibû û ji hingê ve êdî di warê karê hunerî de çalak nebû.Ebdullah Hacî li goristana Şaxkê ya Dihokê hat veşartin.

 

DIHOK