Ferhad Xelîl yek ji şêwekar û hunermendên Rojavayê Kurdistanê ye ku bi hunerê xwe li ber şer radiweste. Ew bi xwe jî ji Rojava ye hunerê xwe ji bo ji nû ve peydekirina hêviyê di nava civakê de bi kar tîne.
Ew ji bo hunerê xwe dibêje, “Dîrokê û huner timî bala min kişandiye, nexasim jî dîzayn û şêwekariyê. Ez hez dikim ku xelk bi qîmetê dîrokê zanibe da ku di çîrokên li pey berhemên min bigihijin.”
Ji Reqayê heta Efrînê, ji Rojava heta Başûrê Kurdistanê, wî derfet ji xwe re peyde kirine, ji bo ku hunerê xwe tetbîq bike. Ew bi vê dixwaze behremendiya xwe ji bo ji nû ve avakirina hêviyê li cem civakê bi kar bîne.
Ferhad Xelîl bi xwe li hesekê ji dayik bûye. Wê piştî rizgarkirina Reqayê ji DAIŞ´ê bi navê “Huner li dijî şer” sempozyûmek li Reqayê organîze kiribû di Kanûna 2017´an de.
Huner ji bo Berxwedana Serdemê
Ji bo wî armanca vê sempozûmê ev bû: “Esas, mesele ew bû ku hunermend li cihekê bicivin ku berê DAIŞ´ê kontrol dikir, lê jin difirotin û em nîşanî terorîstan bidin ku li vî cihî hîna hêvî heye.”
Vê projeyê hingê ji 24´ê Kanûnê heta 27´ê Kanûnê dewam kir û 11 hunermendan xwest hêviyê bidin Reqayiyên vedigerin û nîşanî wan bidin ku alîkarî wê bi wan re bê kirin ji bo ji nû ve avakirina bajarê wan.
Ferhad Xelîl armanceke din wiha terîf dike, “Me her wiha dixwest nîşanî dinyayê bidin ku Reqa dikare bibe cihekî aramtir û bedewtir.”
Ferhad Xelîl ê 47 salî di destpêka şerê navxweyî koçberî Başûrê kurdistanê bûbû. Lê destpêka îsal ew jî tevî komek mirovên ji Başûr berê xwe da Efrînê ji bo xwedî derketina Berxwedana Serdemê.
Efrîn bedew bû dewleta Tirk ew rûxand
Projeyeke wê jî ji bo Efrînê hebû ku dagirkerên Tirk nehişt ku vê projeya xwe bibe serî: “Min dixwest şêweyekî mezin li navenda Efrînê xêz bikim ku dirêjahiya wî 25 metro û bilindahiya wî jî 2 metro bin. Lê ji ber bombekirina Tirkiyeyê, min nekarî vê projeyê temam bikim. Efrîn bi rastî jî cihekî xweş bû, beriya ku Tirkiye wê wêran bike.” Ji hingê ve jî Xelîl nekarî biçe Efrînê, wî resmek xêz kir ji bo bîranîna wan ên ku şerî bandor li wan kir. Ev resm çar metroyan dirêj û 2 metroyan bilind e; niha li vahiya Yekîtiya Rewşenbîrên Rojava daliqandî ye.
NAVENDA NÛÇEYAN