
EVRÎM KEPENEK / JINNEWS / STENBOL
Burcu Yeşîlbaş a strana bi navê Romana bi Rumiya Pontus ji nû ve distirê, dîmenên klîba stranê li Zozanên Kadiralak a Trabzonê hatin girtin. Burcu Yeşîlbaşê diyar kir ku ew deyndarê axa xwe ye û got, hem deng û hem jî klîbên wê, amûrên têkoşînê yên hunerê ne.
Burcu Yeşîlbaş bi strana bi navê ‘Romana’ zimanê xwe yê li ber tînebûnê ye, ji nû ve vedijîne. Burcu klîbên xwe jî bi xwe çêdike û ji bo dîmenên klîba Romana jî weke mekan jî li navçeya Tonya ya Trabzonê, Zozanên Kadiralakê tercîh kirin.
‘Ez gelan di ruhê xwe de hîs dikim’
Burcu hunermendek e ku stranên anonîm bi terz û dengê xwe şîrove dike. Di albuma xwe ya bi navê Toprak de, ne tenê stranên Behra Reş yên herêmên cuda jî distirê.
Burcu Yeşîlbaş a ku xwe ji muzîka populer dûr digire, dibêje: “Mîna ez strana Spanyolî bibêjim, ez diçim wan axan. Ez wisa dikevim nava wê stranê, ez ruhê xwe aydê wê erdnîgariyê hîs dikim. Dema muzîkjeniyê dikim, hemû gelên cihanê di ruhê xwe de hîs dikim.”
Ji zarokatiya xwe ve li ser dikê ye
Burcu Yeşîlbaş li ser hunermendiya xwe dibêje: “Mamosteyeke min, ji min re digot, ‘ti wek vapurekê yî, ku nêzî lîmana Trabzonê bûye’. Ne ji bo rexnekirinê ji ber ku ji sekna min hez dikir, ev digot.”
Burcu her wiha klîbên stranên xwe jî bi xwe çêdike û çîroka strana Romana jî wiha vedibêje: “Zor û zehmetiyên keçikên Romana yên li zozanan vedibêje. Dema min li stranê guhdarî dikir, şopên kûr li ser min dihiştin. Di klîbê de pîra min û xaltîka min lîstin. Her wiha deynê min ji bo wan axan hebû. Qet rol nekirin, ji ber ku jiyana wan bû.”
Ev strana Burcu Yeşîlbaşê li ser youtube jî li ser navnîşana li jêr dikare bê peydekirin, kesên elaqedar dikarin lê guhdarî û temaşe bikin:
https://www.youtube.com/watch?v=c5r9IH3ifhc