Hunermend Ayfer Duzdaş awazên Kurdên Elewî yên ku ji gund û bajaran kom kirine di albuma xwe bi navê “Ji Xoresanê heta Çorumê awazên Elewiyên Kurd” berhev kir û pêşkêşî muzîkhezan kir.

Hunermend Ayfer Duzdaş ku bi çanda Qizilbaş mezin bûye û li pey şopa çanda xwe diçe, gund bi gund geriya û awazên kom kirine di albuma xwe ya bi navê “Ji Xoresanê heta Çorumê awazên Elewiyên Kurd” de berhev kirin. Ev album di aliyê repertuwar û berhevkirinan de dewama albumên “Leylan û Lorîna Koçgiriyê” ye. Hunermenda ji Koçgiriyê Duzdaş ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê stranên xwe bi Tirkî dibêje û beyt û lawjên Kurdî dişopîne. Duzdaş li ser albuma xwe ya di Tîrmehê derketî axivî.


Dedeyê Kurd, Kurdî înkar kir

Ayfer Duzdaş balê dikişîne ser asîmîlasyona li dijî  Kurdên Elewiyên û wiha got: “Ez li gundên Meletî, Gurgum, Semsûr, Sêwas, Varto û Erziromê geriyam min bandora asîmîlasyonê ji nêz ve dît. Vê yekê ez pir xemgîn kirim. Ez li Vartoyê çûm serdana Dedeyê ku cemxaneyê bi Kurdî bi rê ve dibe. Lê ji min re got, ew cemxaneyê bi Tirkî bi rê ve dibe û Kurdî înkar kir. Ev jî asta asîmîlasyonê dide diyarkirin. Min hemû awazên ji dede, pîr û jinên civaka Elewî kom kirine di albuma xwe ya nû de pêşkêşî guhdaran dikim.”

Duzdaş her wiha ji bo xebateke xwe ya din jî li benda alîkariyê ye û wê xebata xwe wiha vedibêje: “Albuma ku ev du sal in ez li ser dixebitim, dixwazim bi awayekî pirtûk jî derxînim û xebat ber bi dawî ve diçe. Dema di stranê de muzîka gel tê gotin Arguvan tê hişê mirov. Ev xebatek e ku di warê taybet de Arguvan û di aliyê giştî de hemû berhevên min ji navçeyên Meletiyê û cihên din kom kirine, awazên gelê Kurd in. Amade ye lê ji ber sponsor tine ye, ev du sal in ez wê didim sekinandin.” 


 ROJEVA MEDYA/AMED