ZAHÊR ÎBRAHÎM / HEWLÊR / ROJNEWS

 

Ciwanê bi navê Sefîn Hisên ê 24 salî, ev sê sal in ku li bajarokê Soran a ser bi parêzgeha Hewlêrê, li çiya, derdora rûbar, dol û deştan hunerê xwe dike. Ev hunerê birckirin û liserhevdanîna keviran, Sefîn dike hunermendekî erd û melbendê.

Sefîn zêdetir dema xwe bi huner dibihurîne. Heta niha xwediyê 70 berheman e. Hê jî tevlî ti pêşengehên wêneyan jî nebûye, lê dixwaze di dema pêş de tevlî pêşangehek a wêneyan bibe.

Sefîn Hisên li ser berhemên xwe yên hunerî got, di rêzkirina beran û derxistina hunerekî cuda ti madeyekê bi kar nayîne. Sefîn got; “Ev kar dişibe wêne çêkirina li ser tabloyan û derxistina hunerekî cuda yê xweşik e. Di vî hunerî de ber dibin çêkerek cûda û bi wate. Rêzkirina van ber û keviran wêneyekî cûda derdixe holê.”

   

Sebr kir û hunerê xwe bi ser xist

Sefîn qala dîroka çêkirina vî hûnerî jî kir û got; “Hevsengiya xwehrî hunereke kevin e ku destpêkê di sala 1968’an de li Emerîkayê hatiye tetbîqkirin. Ev yek bi hunerê Land Art (Hunerê Erd û Melbendê) hatiye binavkirin. Min jî ev huner li Kurdistanê hûnandiye. Min bi xwe navê ‘Hûnerê Hevsengiya Larî’ lê kir. Ev 3 sal in ku ez li ser vê yekê dixebitim heta ku ez gihiştim vê astê. Hinek caran min 18 saetan ji bo derxistina wêneyekî kar dikir. Min dizanî ez ê rojekê bigihim armanca xwe û baweriya min bi min hebû. Sedemê vê jî ew bû ku min ji vî hunerî hez dikir.”

Sefîn herî dawî got, ji ber nebûna wênekêş û saziyên peywendîdar wî nekariye heta niha ev karê xwe weke bernameyekê pêşkêş bike.