Hostekarê resma ronesansê, restorator û berhevkerê berhemên hunerî, berhemên xwe li kafeya lawîniyê xwe nîşan dide. Şêwekar Hasan Tunç resmên xwe yên bi stîla ronesasnê li kafeya lawîniyê xwe ya bi navê Lowestoft Cafe ya li Lowesoft a li Ingilîstanê dadileqîne û dike ku mişteriyên kafeyê bi heyranî li wan binihêrin.

Hasan Tunç ê 68 salî, şêwekar, hostekarekî huner, firotina berhemên wan û restorasyonê ye. Hasan Tunç li Kurdistanê hatiye dinê û li Swêdê mezin bûye. Salên 80´yî li Parîsê hunerên bedew dixwîne, sala 1987´an vedigere Swêdê û li wir galeriya xwe vedike. Ew demekê li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê dimîne, li wir hem karê aşpêşjiyê dike, û hem jî li zanîngeha Wisconsinê dersên huner dide.

Axir ji sala 2007´an ve ew li Ingilistanê bi cih dibe, li Brighton û Bathê dimîne. Paşê jî li Lowestoftê bi cih dibe. Ev salek e ku li vî bajarî ye. Berhemên wî jî li vê kafeyê daliqandî ne, ku xwediyê wê lawiniyê wî ye.

   

Gava behsa xwe dike, dibêje, "Ez berhevkerekî baş ê huner im, lê ez hîna jî şêwekariyê dikim." Ya rastî ew peykeran û xişiran jî çêdike.

Hêvî û xewn karê hunermendan e

Ew dibêje, ew hez ji hemû berhemên xwe dike, lê wisa dewam dike: "Hin ji wan berheman ên li ser mijarên Kurdewarî ne, girîdana min a bi wan ve bêhtir şexsî ye."

   

Sala 2015´an di şewatekê de rastorana wî ya li Brightonê bi temamî şewîtî bû û kiribû ku ew êdî hew karibe li vî karî vegere.

Hasan Tunç gazinan ji nifşê nû dike, dibeêe, ew bi tiştên din re mijûl in. Li gorî wî êdî hunermendên mezin nagihin, lê hêviyeke wî jî heye: "Divê hûn hêvî û xewnan bidin xelkê - tenê hunermend dikarin vê bikin."

 

NAVENDA NÛÇEYAN