Îsal xelata hunerî ya Mamlê dan hunermendê Kirmaşanî Husên Sefamenêş. Navenda Hunerî ya Mamlê, Husên Sefamenêş hêjayî xelata hunerî ya Mamlê dît ku ev xelat ji bo bibîranîna Mihemed Mamlê tê dayîn.
Xelata hunerî ya Mamlê, ku ev çend sal in di salvegera wefata hunermendê Kurd Mihemedê Mamlê de tê dayîn.
Kurê Mihemed Mamlê, Wirya Mamlê ku di heman demê de serokê Navenda Hunerî ya Mamlê ye, got, ev dehemîn sal e li pey hev xelata Mamlê didin û îsal hunermendê Kurd Husên Sefamenêş, ji ber xebat û çalakiyên xwe yên hunerî, hêjayî wê xelatê hatiye dîtin.
Xelat bi merasîma li bajarê Mehabadê 24´ê mehê bi merasîmê dan hunermend Husên Sefamenêş. Husên Sefmenêş, sala 1976´an li bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye û bi karê xwe yê hunerî û dengê xwe yê xweş derdikeve pêş.
Xelatgirên heta îro
Mihemed Mamlê, roja 23 Çileya sala 1999´an û di 74 saliya xwe de li bajarê Mehabadê wefat kiribû.
Ew hunermendên ku heta niha xelata Mamlê wergirtine jî ev in:
Qale Merre, sala 2010
Endêryas Îsraîl Xemo, sala 2011
Ebas Kemendî, sala 2012
Ezîz Şahrox, sala 2013
Nasir Rezazî, sala 2014
Zozan, sala 2015
Tîpa Mûsîqa Silêmaniyê, sala 2016
Mezher Xaliqî, sala 2017
Xelîl Xemgîn, sala 2018
MEHABAD