Semîner li navenda çandê ya şaredariyê pêk hat û şaredarê BDP´ê yê Bedlîsê Hüsamettin Zenderlioğlu, serokê BDP´ê yê bajêr Mehmet Can Demir, namzetên hevşaredariyê yên Tatwanê Abdullah Ok û Perihan Adalmiş, zimanzan Sami Tan, nivîskarê Kurd Miraz Ronî, serokê şaxa KURDÎ-DER´ê ya Tetwanê Haluk Çelebî, nûnerê ÎHD´ê yê Bedlîsê Hasan Ceylan û malbata Sağnıç jî di navê de gelek kes tevlî bîranînê bûn. Nivîskarê Kurd Gulgeş Deryaspî axaftina vekirinî ya semînerê Kird û behsa jiyana Sağnıç kir. Li ser navê malbata Sağnıç Dijvar Sağnıç, nivîskar Sami Tan û Miraz Ronî di semînerê de axivîn. Piştî axaftinan sînevizyonek derbarê jiyana Sağnıç de hat nîşandan.
Sağnıç kî ye?Feqî Hüseyin Sağnıç di sala 1926´an de li gundê Xoros yê bi ser navçeya Xîzan ya Bedlîsê çavên xwe li jiyanê vekirin. Di sala 1983´an di kovaran de dest bi nivîsên Kurdî kir. Ji ber xebatên xwe yên Kurdî rastî zextên dewleta Tirk hat û gelek caran hat girtin û li zîndanê ma. Lê belê Sağnıç li zîndanên dewletê jî xebatên xwe yên ziman domandin. Hin xebatên sereke yên Sağnıç evin: "Pêşeviya Hevisîna Zimanê Kurdî 1 û 2, Rêzimanê Kurdî, Dîroka Wêjeya Kurdî, Çîrokên Kurdî, Yusuf û Zulêxan." Feqî Hüseyin Sağnıç di 12´ Adara 2003´an de koça dawî kir. Heta kêliyên xwe yên dawî jî Sağniç xizmetî çanda Kurd kir.
DÎHA/BEDLÎS