Yûsif Îba ku ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan li Torontoyê ketibû greva birçîbûnê, rewşa wî nebaş bû û ew rakirin nexweşxanê. Îba qebûl nekir bê dermankirin û greva birçîbûnê didomîne.

Yusif Îba ku ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Kanadayê Torontoyê di greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger de ye, rakirin nexweşxaneyê.

Yûsif Îba ku beriya bi 23 rojan li Navenda Çandê ya Kurd a Toronto dest bi greva birçîbûnê kir, rewşa wî ne baş bû. Îba ku bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê, qebûl nekir bê dermankirin, dîsa vegeriya Navendad Çanda Kurd a Toronto û greva xwe domand. Îba got, ”Heta ku tecrîdkirina Serok Apo bi dawî nebe, em ê mudaxaleyê qebûl nekin û heta ku em encamekê bistînin, em ê çalakiyê bidomînin.”

 

ANF / TORONTO