Gelê Kurd di meha adara 2011'an de di çarçoveya xweseriya demokratîk de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dest bi nimêjên înê yên bê dewlet kirin. Ji adara 2011'an heta niha her rojên înê bi hezaran Kurd li gelek bajar û navçeyan derdikevin qadan û nimêjên sivîl yên înê dikin. Lê li navçeya Gimgimê ya Mûşê welatiyan ne tenê roja înê her roj 5 wext nimêjên sivîl dikin û naçin mizgeftê. Li navçeya Gimgimê ya Mûşê ji adara 2011'an heta niha piştî nimêjên sivîl ên bê dewlet di bin Konê Çareseriya Demokratîk û avahiya BDP'ê ya Gimgimê de kirin, bi derfetên xwe mescît ava kirin û ne tenê nimêja înê hemû wextên nimêjên xwe li mescîdan ava dikin.
Welatiyê bi navê Abdulbasit Taş, diyar kir ku li mizgefan propaganda hikûtê tê kirin di elehê Kurdan de weaz tên dayîn. Taş, anî ziman ku ji ber di elehê Kurdan de xutbe tên xwendin ew naçin mizgeftan û bi derfetên xwe ji xwe re mecsît çêkirine û wiha got. Diyaneta Tirkiyeyê ne diyanet e. Divê diyanet li gorî rêgezên Îslamê û Qurbanê bê kirin. Bi salan e li ser gelê Kurd zilm heye. Ziman, dîrok û çanda gelê Kurd tê înkarkirin. 20-30 carin gelê Kurd di qetilkirinê re derbas dibe. Di aliyê zilma li gelê Kurd tê kirin de îslam û diyanet peyvira li ser xwe bi cih nîne. 80 hezar mizgeft hene, lê 40 hezar mirov hatine qetilkirin. Lê heta niha li mizgeftan behsa vê zilmê û qetilkirinê nehatiye kirin."
Taş, ani ziman ku mizgeftên girêdayî Serokatiya Diyanetê li şûna li gorî quran û îslamê li ser rastî û edaletê weazan bidin, dijberî vê yekê li ser daxakzên diyanetê weazan didin. Li gorî daxwaz û fermana pergalê nimêj tê kirin. Rêgezên quran û îslamê nayên meşandin. Li aliyê din gelê Kurd di nimêjên sivîl ên bê dewlet de li ser binpêkirina mafan zilim, înkar û aştiyê weazan didin. Li ser çareseriya pirsgireka Kurd weazan didin. Li mizgeftan hiqûqa îslamê tê binpêkirin û li gelê Kurd neheqî tê kirin.
Welatiyê bi navê Kasim Sever jî anî ziman ku piştî nimêjên bê dewlet gelê Gimgimê, bi derfetên xwe mecsît ava kirin û ne tenê rojên înê, her roj 5 wext nimêjên bê dewlet dikin. Sever da zanîn ku wan ewil Konê Çareseriya Demokratîk vekir û piştî konê wan hatin hilweşandin 2 salin li mecsîcada bê dewlet dikin. sever da zanîn ku piştî konê wan hat hilweşandin 6 mehan li avahiya BDP'ê nimêj kirin û pişt re bi derfetên xwe mecsîd ava kirin û niha her roj 5 nimêjên xwe li mecsîdan dikin. Niha li Mescidê 500 kes nimêjê dikarin bikin."
MURAT AYDIN / DÎHA/MÛŞ