- Ibn Wehşiye beriya bi qederê hezar û sed salan dinivîse ku wî du kitêbên bi Kurdî yên li ser çandiniyê wergerandine Erebî. Ew di heman demê de alfabeyeke ku weke Masî Soratî navdar e jî tevî hemberê tîpan ên Erebî jî dinivîse.
Ibn Wehşiye el- Kasdanî gava ku di destpêka sedsala 10´an de kitêba xwe ya navdar li ser çandiniyê “Kitab el-felahe el-nebatiye” nivîsî, wî gelek agahiyên li ser çandiniyê û miletên çandiniyê dikin jî berhev kirin. Neh bergên vê berhema ji teqrîben 904´ê, gihiştin ber destên me. Ev berhema hanê Ibn Wehşiye ji Erebiya Nebatî wergerandin Erebiya Fusha. Lê du wergerên Ibn Wehşiye yên ji Kurdî ber bi Erebî ve negihiştin heta roja îro. Agahiya berheman û alfabeya pê nivîsandî bi xwe di berhemeke wî ya din de gihiştin ber destê me. Ev berhema din “Şewq el-mistiham fî me’irifet rimûz el-eqlam” (Daxwaza dewamî di nava merîfeta remzên qeleman/xetan de) e. Teqrîben sala 930´î hatiye nivîsandin.
7 tîpên di zimanên din de tine
Kitêb behsa alfabe û nivîsên milet û welatan dike. Ji bo Kurdan di vê kitêbê de ew dibêje, cotkarên baş in, û ilmê wan ê li ser cotkariyê jî di kitêbên bi alfabeya wan a taybet de hatiye nivîsîn. Ew dibêje, wî li Bexdayê sê (yan jî sîh) kitêbên bi vê alfabeyê nivîsandî dîtine û didu jê jî li cem wî li Şamê hene û wî ew wergerandine Erebî. Ji bo berheman ew dibêje, “Yek ji wan dabaşa perwerde û çeqandina dara xurmê û darên dinê dike û ya dinê jî dabaşa peydakirina avê li herêmên hişk, dêmîn û bêav dike. Min ev her du kitêb wergerandine Erebî, da ku her kes xêr û sûdê jê wergire.”
Li gorî wî alfabeya ku kitêb pê hatine nivîsandin bi navê Masî Soratî bi nav û deng e, ji bilî tîpên ‘p’ û ‘ç’ jî heft tîpên din dimînin ku li gorî wî di tu zimanên din de nînin. Axir ew vê alfabeyê jî parve dike.
Misrnasî û kurdnasî
Lê girîngiya Ibn Wehşiye halê hazir ne agahiyên wî yên li ser Kurdan in; helbet Kurd karibin wan kitîbên Ibn Wehşiye behsa wan dike peyda bikin, yan jî hin metnên din ên bi vê alfabeyê bên dîtin; hingê ev nivîsa Ibn Wehşiya wê muhimtir bibe. Jixwe, heger ew herdu kitêbên wî yên ku ew dibêje wî wergerandine Erebî bên peydakirin, ew ê bibin berhemên pexşanê yên herî kevin ên bi Kurdî. Axir niha rewş ne ev e. Bi her halî Ibn Wehşiye ji bo misrnasiyê yek ji kesên destpêkê tê qebûlkirin ku xwendina hiyeroglîfan mumkin kiriye. Heger em îro dikarin Kevrê Rosetta bixwînin, ev bi xêra wergera wî ya di heman kitêba li jor qala wê kirî de ye. Heger metnên bi alfabeya Masî Soratî nivîsandî peyda bibin, çawa ku misrnasiyê jê sûd wergirt, kurdnasî jî wê karibe sûdê jê wergire. Ji bilî wê jî, bi xêra van çend gotinên Ibn Wehşiye, em pê dihisin ku hingê Kurd weke komeke xweser a etnîk tên dîtin û bi xwe jî wisa li xwe dinihêrin ku nivîseke wan a taybet heye.
Ibn Wehşiye bi xwe li Kufayê dawiya sedsala 9´an hatibe dinê jî, ew ji malbateke bi eslê xwe ji Kildaniyên Kurdistanê ye. Yanî paşê Misilman û Ereb bûye. Ji ber vê jî hem bi zimanê Erebî û gelek şêwezarên wê dizanî, hem jî diyar e bi Suryanî û Kurdî jî dizanî. Ji xwe di dawiya destxeta “Şewq el-mistiham fî me’irifet rimûz el-eqlam” de sifetê Kildanî li wî tê kirin.
FRANKFURT