ENVER ENLÎ / MANNHEIM
Endamê Grûp Yorûmê Îbrahîm Gokçek 323 rojan di çalakiya rojiya mirinê de ma û piştî navber da çalakiyê bi du sê rojan jiyana xwe ji dest da. Piştî nûçeya der barê şehadeta Gokçek de hat ragihandin, 7´ê Gulanê 2020an, li ser banga Bereya Gel a Mannheimê, saet 19:00’an, gelek mirov li ber Mannheim Hbf’ê hatin cem hev û bi gotina stranên Grûp Yorûmê bi qasî saetekê meşiyan. Di dema meşê de girseyê guh da rêzik û pîvanan, di navbera xwe de mesafe hiştin û maske bi kar anîn.
Di dema çalakiyê de alên sor hatin hildan û li ser pankartan resmê Hêlîn Bolek û Mustafa Koçak jî hebûn ku di çalakiya rojiya mirinê de şehîd bûbûn.
Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hat gotin, ew ê ti carê dev ji têkoşînê bernedin û ew ê li ser şopa armancên Îbrahîm û hevalên wî bimeşin.
Mannheim SYKP jî bi alên xwe beşdarî çalakiyê bû û piştgiriya xwe nîşan da.
Di dawiya çalakiyê de hat diyarkirin ku ew ê dîsa li ber Mannheim Hbf’ê mîtîngê pêk bînin.