Endamê Grûp Yorûmê Îbrahîm Gokçek ê 323 rojan di rojiya mirinê de ma û 5ʼê Gulanê navber da, doh şehîd bû.
Daxwaza Îbrahîm û hevalên wî ew bû, bi awayekî azad stranên xwe bibêjin û hevalên wan ên girtî bêne berdan.
Endamê Grûp Yorûmê Îbrahîm Gokçek ê 323 rojin di rojiya mirinê de ma û di 5'ê Gulanê de dawî li rojiya xwe anî, jiyana xwe ji dest da. Gokçek di 5'ê Gulanê de li Mala Berxwedanê ya li Kuçukarmûtlûyê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku rojiya xwe bi dawî kiriye. Lê Gokçek di daxuyaniya 5'ê Gulanê de bi taybetî destnîşan dikir ku ew dawî li çalakiya xwe nayîne. Endama Grûp Yorûmê Helîn Bolek jî di roja 288an a rojiya mirinê de li Mala Berxwedanê ya li Armûtlûyê şehîd bibû.
Îbrahîm Gokçek û hevalên xwe bi sedema hin daxwazên gelekî ji rêzê û rewa dest bi çalakiyê kiribûn. Gokçek herî dawî di roja 316 a çalakiya xwe ya rojiya mirinê de ango roja 28'ê Nîsanê careke din bal kişandibû ser armancên berxwedana xwe û wiha gotibû: “Ji bo me cih û dîrokê diyar bikin û soza konserdayînê bidin. Hevalên me yên xebatê Alî Araci û Sûltan Gokçek ku wê bêne dadgehkirin berdin. Rêya rawestandina mirinan ev e. Em ne rehmê ji we dixwazin û ne jî banga wijdanê ji bo we dikin. Em edaletê dixwazin. Pêdiviyên hiqûqî bi cih bînin û mirinan rawestînin. Gelo çima daxwazên Grûp Yorûm ên rewa nayin pêşwazî kirin?”
Di daxuyaniya herî dawî ya Îbrahîm Gokçek de ku bi sedema navberdana çalakiya xwe ya rojiya mirin kir, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya, Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) Alî Şeker, Parlamenterê Partiya Karkêrn Tirkiyeyê (TÎP) Bariş Atay, Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Gulseren Yolerî, Seroka Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Şebnem Korûr Fîncanci, Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût, Parlamenterê HDP’ê yê bere Ferhat Encu, hunermend Pinar Aydinlar û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bibûn.
NAVENDA NÛÇEYAN