Ehmedê Xanî di berhema xwe ya bi navê Mem û Zîn de ligel evîna Mem û Zînê, qala hezkirin û yekîtiya Kurdan kiriye û ev di stranên dengbêjan de jî tê dîtin.

Destana Kurdan a nemir Mem û Zîn, li ser zimanê dengbêjin jin, şahidiya rabihuriyê dike û hewl dide hezkirin ax û welat jî bide hîskirin. Li navçeya Seyhan a Edenê li taxa Şakîrpaşayê jinên dengbêj bi cil û bergên xwe yên gelerî balê dikşînin û stranên li ser Mem û Zînê dibêjin bi îro re dikin yek.

Îro li Cizîrê destanên nû çêdibin

Dengbêj Suphiye Bayafê bal kişand ser derd û lehengiyên Kurdan ên stran qal dikin û got: “Dengbêjî dîrokê radigihîne îro. Li erdnîgariya kurd di tevahiya dîrokê de zor û komkujî hene. Zora em qala wê dikin pêşî dengbêj kirine hedef û hewl daye wan tine bike.

Suphiye Bayaf qal kir ku çawa di dîroka Kurdan de gelek destan hene û weha dewam kir: Li erdnîgariya kurd destanên nû çêdibin. Li jêdera Destana Mem û Zînê li Cizîrî di serdema me de jî destanên nû pêk tên. Di demeke nêz de gelek êş hatin kişandin û destanên nû yên lehengiyê qewimîn. Mehmet Tunç li ber zora dewletê rabû û di vê rê de canê xwe da. Bi vî awayî ew bû yek ji lehengê van destanan.”

Dengbêjî rêûresmeke dîrokî ye

Hakîme Bayaf jî behsa girîngiya dengbêjiyê kir û wiha got: “Hewcedarî heye nifşên nû li ser van erdan, li Kurdistanê destanan bibêjin. Dengbêjî rêûresmeke dîrokî ya gotinê ye. Ji ber vê jî kesên dest bi dengbêjiyê dikin, divê ewil ji dîrokê hez bikin û fêr bibin.”

EDENE