Fermandarê Peşmergeyan yê Eniya başûrê Kerkûkê Westa Resûl têkildarî operasyona Mûsil û Hewîcê axivî û diyar kir ku amadekariyên operasyonê bi dawî bûne û divê piştî operesyona rizgarkirinê  îdarekî serbixwe Hewîce bi rêve bibe.
Fermandarê Peşmergeyan yê  Eniya başûrê Kerkûkê Westa Resûl Omer behsa amadekariyên operasyona Mûsilê û navçeya Hewîce ya Kerkûkê kir. Resûl desnîşan kir ku amadekariyên operasyona rizgarkirina Hewîce bi dawî bûne û li ser saetan ma ye.
 
Amadekariyên operasyona Hewîce di çi astê de ne û amadekarî çawa diçe?
Amadekariyên kontrolkirina navçeya Hewîce li gorî planê bi dawî bûye. Li gel hêzên Iraqê hevsengiyek me heye. Berdewam li gel hêzên  koalîsyona navnetewî di civînan de ne, li ser operasyonê. Dem diyar dike ku ka Mûsil ji berî Hewîce bê rizgarkirin yan jî Hewîce pêşiya Mûsil.
 
Wê kîjan hêz beşdarî operesyona rizgarkirina Hewîce bibin?
 Wê di operasyona rizgarkirina Hewîceyê de hêzên Iraqî beşdar bibin. Her wiha wê ew hêzên pêşmergeyan beşdar bibin ku niha li çeperên xwe hatine bicihkirin.  Wê hêzên pêşmerge cihê ku êrîş bikin li ser diyar bikin. Wê ti kes, ti alî û hêz cih ji bo pêşmergeyan diyar neke. Wê Heşd el Şeebî, polîsên Iraqê û artêşa Iraqê beşdarî operasyonê bibe.
 Wê rola kîjan hêzan di operasyonê de girîng be?
Ji ber ku ji aliyê hêzên Iraq û hêzên pêşmergeyan ve yek pênasaye DAIŞ’ê heye, wê rola beşdarbûna hemû aliyan jî wek hev girîng be. Niha DAIŞ bi sê rengî şer dike. Yek ji wan şeran sekvan in ku li ser avahiyek bilind hatine bicihkirin û wiha şer dikin. Rengekî din yê şerê DAIŞ‘ê çandina mayîna ne. Her wiha rengê din jî şerê teqandina wasayîtan e. DAIŞ bi van her sê rêbazan şer dike. Ji ber vê yekê di vî şerî de hêzên bi bandor û ne bi bandor ferq nake.
 
Hejmara welatiyên li Hewîce mayîn çendin?
Zêdetir 350 hezar şêniyên Hewîce hene. Beşek zêde ji wan jê derketine û xwe gihandine hêzên pêşmergeyan. Beşek jê çûne Mûsil û hinek jî çûne bajarê Tikrîtê. Lê piraniya wan ji Hewîce mane û ji sedî 60 welatî ji Hewîce mane. Tenê di meha derbasbûyî de ji Hewîce hezar kes hatin xwe radestî pêşmergeyan kirin û me radestî rêveberiya Kerkûkê kirin. Rêveberiya Kerkûkê jî ji wan re cihê wargehan nîşan dikin. Lê eger di nava wan koçberan de kesên navê wan li dadgehan hebin tên gazî kirin û cihên wan tên cûda kirin. Herwiha radestî dadgehê tên kirin. Ez dixwazim bi rêya RojNews re bêjim, ev kesên ku bi bi zorê bûne DAIŞ û beşdarî ti şeran nebirîne baştire ku xwe radestî hêzên pêşmergeyan bikin. Ji wê yekê baştire ku em wan bigirin. Bila ew bi xwe bên xwe radest bikin.
 
Li Hewîce tevgera DAIŞ’ê çawa ye û hejmara wan çiqas tê texmîn kirin?
Li Hewîce hejmara çeteyan kêm e, lê li gundên derdora Hewîce hejmara wan nêzî 2 hezar çeteyên DAIŞ‘ê hene li gorî agahiyên bi dest ketine. Di nava Hewîce de ji 300 heya 400 çete hene.
 
Piştî rizgarkirina Hewîce wê çarenûsa wê çawa be?
Diyar e heya niha Hewîce di aliyê rêvebirinê de navçeyekî ser bi Kerkûkê ye. Lê dîsan Hewîce di çarçoveya madeya 140 a Iraqê de ye. Li gorî madeya 140 her navçeyek piraniya şêniyên wê kîjan netew be, wê ew netew bajar bi rêve bibe. Li Hewîce jî Ereb piranî bin wê ew netew bi rêve bibe. Li Hewîce Ereb piranî ne. Ez pêşniyar dikim ku îdarekî serbixwe Hewîce bi rêve bibe. Bi rastî êdî xelkê Hewîce weke berê nikare bê Kerkûkê û biçe. Em jî nikarîn bi bawer bin ew kesên ku duh DAIŞ bûn û xelk kuştine û kîna pêşmergeyan ligel wan heye, nikarin çavê xwe li van kiryarên wan bigrin. Lê niha ji ber koçber bûne em alîkariya wan dikin. Lê em dema buhrî ji bîr nakin. Baştirîn çareserî ji bo Hewîce îdarekî ser bixwe avakirin e. Divê mafê wan li ser Kerkûkê de nemîne.
 
Gelo di nava koçberan de komên DAIŞ’ê nîne?
Ew welatiyên ji herêmên di destê çeteyên DAIŞ‘ê de hatine piraniya wan jin û zarok in, ango zilam di nava wan de nîne. Ev ji tê wê wateyê ku ev kesan e DAIŞ in û newêrin xwe radestî pêşmergeyan bikin. Tenê komên veşartî yên DAIŞ‘ê yên bêdeng li taxên Kerkûkê yên koçber lê hene, hene. Her wiha di nava Kerkûkê de hebûna wan heye. Divê hêzên ewlehiyê gelek nêz de van koçberan bişopînin û nêzî wan bibin.
 
Piştî rizgarkirina Hewîce gelo dibe ku alozî dinavbera Heşd el Şeebî û pêşmergeyan de çêbibe?
Egerekî çêbûna nakokiyan di navbera hêzên Heşd el Şeebî û pêşmergeyan de egerekî lewaz e û tiştekî wiha pêk nayê. Hevsengiyek ya me ya baş li gel Iraqê heye. Heşd el Şeebî hêzek nîne li Hewîce  bimîne. Ji ber ku piraniya endamên wê hêzê xelkê Necef û Kerbelan e. Ji derveyî gundê Beşîre wê hêzên Heşd el Şeebî li Hewîce nemîne.
 
Wê operasyona rizgarkirina Mûsilê kengê destpê bike?
Amadekariyên operasyonê bi sîstematîk diçe. Wê di dawiya vê mehê de êrîş li ser Mûsilê destpê bikin. Piraniya  amadekiriyan bi dawî bûye. Pêşmergeyan şêwazê şer û cihê şer ji bo diyar kiriye. Dîsan artêşa Iraqê jî cihê êrîşkirinê diyar kiriye. Hêzên koalîsyonê jî ji bo operasyonê amade ne. Artêşa Iraqê niha Giyare girtiye. Hêzên koalîsyonê jî li Giyare hatine bi cihkirin. Tevahiya amadekiyên wan bi dawî bûne. Li benda saeta dawî ne. Wê hêzên pêşmerge, artêşa Iraqê, Heşd el Şeebî û hêzên koalîsyonê beşdarî operasyona Mûsilê bibin.
 
Gelo wê hêzên Tirk beşdar bibin?
 Wê artêşa Tirk beşdarî operasyonê nekin. Ew hêz ji bo wê yekê hatine ku di dema êrîşkirina li ser Mûsilê de fermandarên DAIŞ’ê li Mûsilê rizgar bikin. Iraq rê nade beşdar bibe. Her wiha wê Amerîka jî rê nede Tirkiye beşdar bibe. Ew hêz ji bo şerê Mûsilê nehatiye.

SORAN MIHEMED / ROJNEWS/KERKÛK