Xwedawendên şer, Tayyip Erdogan ji nivîna nexweşiyê rakirin û fermana şer pê dane gotin.
Tirkiye, li dijî gelê Kurd di şer de ye û di vî şerî de, hemû hêzan bi kar tîne. Ji meha Remezanê û vir ve, li dijî Hereketa Azadiya Kurd û li dijî gelê Kurd tevan, seferberî hatiye îlankirin.
Di vî şerê seferberî de, hêzên hewayî û bejahî, çekên kimyewî jî di nav de her cûre amûrên şer bi kar tîne û êrîşî gerîla û gelê Kurd dike.
Di vî şerê seferberî de, hêza polîs, di qirkirina siyasî de bi kar tîne.
Di vî şerê seferberî de, hêza medya, di çarçoveya herî bê exlaqî û şerê psîkolojîk de bi kar tîne.
Dîsa hêza dadgeriyê, wek kûra dojehî bi kar tîne û ha ha ji pîşeyên cuda yên civakî, kom bi kom, xwendekar û zarok jî di nav de, dikişîne nava zikê aşê hêrtinê û dixwaze tune bike.
Bi çar hêzan re, faşîzma kolanan jî di nava pratîkê de ye. Aliyekî wê ola Îslamî û “Artêşa Meleyan” e, aliyê din jî faşîstên kujer, yan jî kontrayên sergerde ne.
Îcar em vekirî bêjin ku ev hez tev, ji karûxebatên maqûl bêhtir kuştinê dikin; ji tevgera demokratîk zêdetir karên otorîter û faşîzan dikin; ji karên qanûnî û hiqûqê wêdetir karên asîmîlasyon, dewşîrme û îşkenceyê dikin.
Wek mînak, li dijî gerîla çekên kîmyewî bikar tînin.
Wek mînak, îşkencê li cesedên gerîla dikin.
Wek mînak, gerîla sax, yan jî birîndar digirin, dikujin
Wek mînak, li kolanan zarokan dikujin.
Wek mînak, li kolanan ciwanan, xwendekaran dikujin.
Wek mînak, li dadgehan zimanê zikmakî qedexe dikin.
Wek mînak, li girtîgehan operasyonên komkujiyê pêk tînin.
Wek mînak, li kolanan gel gulebaran dikin. Û hwd.
Ev tev didine xuyakirin ku, Tirkiye di bin serokatiya Erdogan de sûcê mirovahiyê dike. Lê wijdanê raya giştî ya cîhanê razayî ye.
Û pêr, yanî di 15’ê kanûnê de serokwezîrê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan ku serkêşiya vê pêvajoyê dike, ji nava nivîna nexweş rakirin û birin Enqereyê. Tayyip Erdogan serokatiya Şûra Bilind ya Leşkerî kir û fermana şer da.
Biryara Şûra Bilind ya Leşkerî ku ji raya giştî re hate aşkerakirin, ayan-beyan aşkera kir ku, Artêşa Tirk, leşkerê sermayeya global ya li Rojhilata Navîn e û di demeke kin de, ew ê “heyûla talana sêva sor – haydin kizil elma ye” bidin destpêkirin.
Ji aliyekî ve, êrîşên hewayî û bejahî, bikaranîna çekên kîmyewî, operasyonên KCK û parêzerên Ocalan, ji bo lawazkirina eniya Kurd bû. Armanca wan lawazkirina, eniya herî mezin û dijwar a li pêşiya Artêşa Tirk bû.
Hevdîtinên bi Apo re jî bi vê armancê dihatin kirin. Piştî ku Apo ne hate lîstika wan, tecrîda giran, di rewşeke anormal de dane destpêkirin. Li hemberî vê anormaliyê, gelê Kurd li ser lingan e, jinên Kurd, ciwanên Kurd li Ewropa li ser lingan e û qiyametê radikin. Dîsa jî, raya giştî ya cîhanê ker û lal e. Balkêş e ku, girtina 36 parêzeran jî nebû teqîna volqanî û wijdanê raya giştî ya cîhanê şiyar nekir.
Baroya Parîsê dengê xwe kir, lê mîna zengilê di stukura peza li pêşiya keriyê pez, zêde deng dernexist. Çima? Ji ber ku Hêzên Global şerê sêyemîn yê cîhanê, di navenda cîhanê xaka Kurdistanê de dimeşînin û baskên ahtapotiya dîzaynkirinê li herêmê belav dikin.
Di encamnameya Şûra Bilind ya Leşkerî de, yekemîn car behsa sînoran tê kirin. Tehdîda Îran û Sûriyeyê tê dikirandin. Tê zanîn ku, Tirkiyeyê demeke dirêj e berê topên xwe yên leşkerî, siyasî û dîplomatîk dane Sûriyeyê.
Bêguman ev plan mezin e û di çarçoveya Projeya Mezin ya Rojhilata Navîn tê meşandin. Her çiqasî ev plan dereng ketibe jî, hêzên global bi sebr in û ecele nakin. Ji ber ku plan demdirêj e û ji bo bingeha hukumraniya nû ya sîstema modernîteya kapîtalîst hatiye amadekirin. Armanca vê planê demdirêj piralî ye. Lê xalên herî girîng: Parastina çavkaniyên enerjiyê, riyên herka enerjiyê, parastina bazarê û parastina Kendava Basra ye. Ji bo parastina van 4 xalan, berteref kirina muxalifên alternatîf mercê sereke ye.
Erdoganê ku weke derî zaman û mekan, weke dehayê sedsalê derxistin pêş jî, li herêmê ji bo lehengiya vê projê hate bijartin. Erdoganê ku, zimanê wî helbestên şoreşgeran dilorandin, lê dilê wî ala kesk dibalivand; bi saya Xwedawendên şer desteka Cemaeta Gulen jî girte pey xwe û wek makyawelîstekî pêşeng û li dijî diyalektîka hêzên siyasî dest bi tirat û pîkolê kir.
Erdoganê îro jî, ji Sezarîzm û Bonapartîzmê wêdetir hereket dike. Aliyekê xwe bi ol û polîs, aliyê din jî bi hêza global û leşkerî pêça ye. Yanî aliyek otorîteya siyasî, aliyek otorîteya olî, aliyê din jî otorîteya leşkerî ye. Yanî faşîzma ku amûrên dewletê û eniyên cuda tevan bi kar tînê ye.. Dive em zanibin ku Erdogan, niha serkêşiya faşîzma li Kurdistan û Tirkiyeyê dike û berê xwe daye tevahiya herêmê.Ew hêzên global ku, riya Asya dûr girtine, riya Qafqazê girtine, dergehê çavkaniyên enerjiyê Bendava Basrayê kontrol dikin, li pêşiya xwe yek hêza alternatîf dîtin û dixwazin wê berteref bikin. Ev hêza alternatîf jî, îdeolojiya Apo ye.
Di demeke ku, hêzên dewletî û alternatîf hatine berteref kirin de; eniya karkeran û îdeolojiya Marx hatiye bereteref kirin de; îdeolojiya Apo derkete pêş.
Îdeolojiya Apo, ji bedêla eniya karkeran eniya gelan derxiste holê, ji bedêla dîktatoriya karkeran, ji bedêla hiyerarşiya burokratîk û rêxistiniya li ser bingeha engizisyona kuştina gelan; demokrasî parast, civaka demokratîk, parast; ji bedêla navendî ademiyet, di çarçoveya xweseriya demokratîk de rêvebiriya herêmî û rêxistiniya demokratîk a gel parast.