Li aliyekê nexweşiya giran ya Serok Komarê Kurd yê Iraqê Celal Talebanî, li aliyê din 2 sal dirêjkirina Serokatiya Herêma Federal ya Kurdistanê Mesûd Barzanî û nelihevkirina hikûmetên Bexda-Hewlêr. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê lêdigere ji krîza siyasî xilas bibe, hate ragihandin ku piştî hilbijartina tên plankirin di meha Îlonê de bê kirin, partiyan xwe ji nû ve sererastkirin xist rojeva xwe.

Beriya çend rojan Parlementoya Başûrê Kurdistanê pêşnûmeya 2 salan dirêjkirina serokatiya herêmê bişeklekê nîqaşî qebûl kiribû. Cara sêyemîn hilbijartina Barzanî ji muxalefetê bitaybet Tevgera Goran û partiyên Îslamî bertekek hişk nîşan dabû, lê belê bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yeketiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) pêşnûme hatibû erê kirin.

Muxalefet xurt dibe  

Niha krîza kî dê bibe serokê herêmê hate paş xistin, hate hînbûn ku rêveberiya PDK’ê ji bo serokwezîrtiya herêmê li şûna Nêçîrvan Barzanî bi kesekî nû re li hev kiriye. Li gorî hevpeymaniya koalîsyonên hikûmeta Kurd YNK û PDK’ê, her du salan yek ji partiyek din dê bibe serokwezîr.
Bûyerên di nava siyaseta navxweyî ya li Başûrê Kurdistanê rû didin rojnamevan Nuredîn Weysî ji ANF’ê re nirxand û li gorî Weysî, PDK’ê vêcarê ji bo serokwezîrtiyê dê Mesrûr Barzanî tayîn bikin. Mesrûr Barzanî ku kurê Mesûd Barzaniye û niha ji Ajansa Emniyeta Kurdistanê ango îstixbarat û ewlekariya hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê berpirse, her wiha yek ji kesên bibandor ên di nava PDK’ê de ye, tê plankirin bibe serokwezîr.

Giraniya Nêçirvan wê bimîne

Rojnamevanê başûrê Kurdistanê Nuredîn Weysî  da diyarkirin ku, li gorî agahiyên ji çavkaniyên nêzî rêveberiya asta bilind ya PDK’ê girtine, partiyê ji bo serokwezîrtiyê bo Mesrûr Barzanî li hev kirine. Weysî dibêje, dê piştî hilbijartinên Îlonê jî tabloya li meclisê neyê guhertin. Weysî destnîşan dike ku, Tevgera Goran û partiyên Îslamî zêde dengên xwe bilind nakin û dengên PDK’ê jî weke sedê 40 texmîn kir.
Rojnamevan Nuredîn Weysî da zanîn ku, dibe dengên YNK’ê jî ji sedê 25-30 bin, li rexmî ku Nêçîrvan Barzanî dê ji textê serokwezîrtiyê bêxwar jî, dê giraniya wî ya di nava PDK’ê de bidome û wiha got: “Nêçîrvan Barzanî dê peywira xwe ya alîkariya serokê giştî ya PDK’ê bidomîne û zêdetir dê xebatê bide ser rêxistinbûna di nava partiyê de.”


PERWER YAŞ/ANF/BERLÎN