Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê, bi boneya balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş û rewşa Latîf Badur li ber Nexweşxaneya Balcali ya Zanîngeha Cukurovayê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên ÎHD’ê û BDP’ê yên Edeneyê amade bûn. Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê Aydin Sîncar, anî ziman ku mafê girtiyan ên li girtîgehê tê binpêkirin û her ku diçe tecrîd, îşkence û zextên li sekr wan zêde dibin. Sîncar, anî ziman ku li gel girtiyên nexweş rewşa wan nebaş e jî dîsa rastî muameleyên keyfî yên girtîgehan tên û nayên dermankirin Sîncar, bilêv kir ku gelek girtiyên nexweş ji ber keyfiyetê ten sirgûnkirin û her ku diçe rewşa wan girantir dibe. Sîncar, da zanîn ku di 10 salên dawî de hezar û 768 girtî û hikumxwar li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan.
‘Badur di sinorê mirinê de ye’Sîncar, da zanîn ku Latif Badur 20 salin li gelek girtîhan girtî ma û di banva şert û mercên giran de dijî. Sîncar, destnîşan kir ku ji ber şert û mercên xerab Badur bi nexweşiyên sîroz, tuberkuloz û penceşêra pişikê het. Sîncar, da zanîn ku ji ber rewşa Batur giran bû di serî de şandin Zaningeha Dîcleyê û niha jî şandine Nexweşxaneya Balcali ya Zanîngeha Cukurovaye û rewşa wî giran e. Sîncar, xwest bi lezgîn Batûr serbest bê berdan.
DÎHA/EDENE